1. hizn û xemgîniya ji nişka ve û belesebeb.. hest û hîseke ecêb e, tu hew dinêrî tu xwe di nav de dibînî.. ji bo serê xwe bi pênaseya wê re zêde neêşînim min go belesebeb lê têra dinyayekî sebebên wê yên xef û yên vekirî hene.. yek ji wan bîr e! |
|
19.04.2015 02:28 |
endazer
|
3. Peyva ki wateya wê zirava reş e. Yanî safraya reş. |
|
06.12.2019 18:34 |
simurg56
|
4. Rewşa ku çiqwas bixwazim jê birevim ewqas xwe tê de dibînim e. Ne kar ne fikir ne xebat ne şixul dibe li gel wê. Nizam ji destê wê bi kur de herim. Ditirsim û ewqas ne wêrekim ku bêjim "xwekuştin" lê nizam ji bo wê hê zû ye qey* |
|
02.06.2021 11:42 |
rizgarm
|
5. Tişta ku gavek berê pê hesiyam ku halê min yê derûnî ye. Tiştên ku kesên normal jê kêfê distînin û pê kêfxweş dibin, kesên melankolîk ne xema wan e. Her tim di nava xemgîniyekê de ne û fikr û nêrînên tarî û nebaş di mêjiyê wan de derbas dibe. Heya pirî caran tu kêrhatina jiyana xwe nabînin û difikirin dawî li vê jiyana bêwate û tarî bînin. |
|
03.10.2021 21:31 |
tîrêj zana 21
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |