Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ezîzê ziyo bedirxan - tirşik
ezîzê ziyo bedirxan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar, rewşenbîr û karsazeke kurd e..

Ezîzê Ziyo Bedirxan yek ji wan kurdan e ku malbata wan sala 1944ê bi Fermana Stalîn ji Gurcistanê ber bi Kazakîstanê ve hatine sirgunkirin.

Ezîzê Ziyo Bedirxanê ku salên dûvedirêj bi kar û barên kurdên Kazakistanê re radibe, li Moskovayê ligel gellek rewşenbîr û akademîsyenên wekî Mihemedê Silo Babayev, Nadir Nadirov, Kinyazê Îbrahîm, Yûra Nebiyev, Mihemedê Mecîd, Wekîl Mûstafayev, Şerefê Eşîr û Îşxanê Aslan beşdarî gelek çalakî, konferans û semîneran li ser kurdan bûye û hewl daye ku kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa.

Her wiha Ezîzê Ziyo gelek caran li Kazakistanê gund bi gund geriya ye û ji malbatên kurd xwestiye ku pasaportên dewletên jê hatine biçirînin bavêjin û ji dewleta Kazakîstanê bixwazin ku di pasaportên wan de 'kurd' binivîsin. Bi saya serê vê xebata wî bi sedan kes pasaportên xwe nû kirin ku tê de kurd hatiye nivîsandin.

Bavê Ezîz, Zîyoyê Bedirxan beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyemîn kiriye û di nava Artêşa Sor a Sovyeta Sosyalîst de heta Berlînê çûye û li dijî Hîtler şer kiriye. Apê Ziyo di şer de birîndar dibe û birayekî wî jî ji şer venagere.

berhemên wî;

1- kurdistana sor (rûsî, tirkî) kurdî jî amade ye û li ber çapê ye.

2- Çêlovek legenda: barzanî (Mêrê Mêrxas: Barzanî) Bi rûsî.

3- kurdên kazakistanê. Here lînkê



24.04.2015 01:40 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ezîzê ziyo bedirxan
» bedirxano

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî