Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
jana werther - tirşik
jana werther | 2008
Nivîskar: Johann Wolfgang von Goethe | kurdî | otobîyografî | 111 rûpel

wertherê ciwan ê ku ji ber buyereke nexweş ji mala dur dikeve û diçe dereke din rastî xwezayeke xweş û hîsên xweş tê lê jiyan her tim xweş nadome....
jana werther
(11) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pirtûkek goethe ye.

min vê pirtûkê, bi wergera tirkî piştî 2 caran xwendina the lily of the valley xwendibû û loma zêde li ser min bandor nekiribû lê dîsa jî baş bû.



pirtûk di sala 1774an de hatiye nivîsanin û wê demê bûye sedema gelek ciwanan ku xwe bikujin.



30.04.2015 21:24 | simurg56

2. pirtuka ji aliyê goethe ve 1774an hatî nivîsandin û bi wergera arjen reîf kosorî û memê mala hine di 2008ande bi kurdî hatî weşandin. pirtuk li ser jiyana wertherê ku ji ber buyereke nexweş diçe dereke din bicih dibe û tiştên li wir tên serê wî bi nameyên wî vedibêjeloma hinekî dibe otobiyografî. piraniya nameyên xwe ji hevalekî xwe yê nêzik re rêdike û bi hurgulî behsa deruniya xwe û buyerên hatî serê wî dike.


ji ber ku di dawiyêde xwe dikuje, riya diçe xwe-kuştinê gelekî aşkere vedibêje. sedemên xwe-kuştinê û girtina riyên alternatîf bi dîtina xwe dikole û encaman derdixe û xwe dikuje.


wergera pirtukê hin xeletiyên biçuk bihewîne jî bi gelemperî baş e, mirov aciz nake û herikbar e. destê wergêran sax be.



08.08.2016 00:19 | azadixwaz

3. min vê pirtûkê bi tirkî xwendibû. pirtûkek xweş bû. di wan salên ku pirtûk popûler bûye, gelek xort û keçan xwe kuştine. ji ber vê yekê bûye sedema gelek gûftûgoyan.



08.08.2016 21:21 | simurg56

4. di lîseyê de min xwendibû cara ewil. cara duyem jî du hefte berê; vê carê kurdiya wê qismet bû. ji lîseyê vir ve min pesna wertherê dianî lê bi xwendina min a duyem mirada min di ber min de ma. nedişiband çîroka ku di xeyala min de maye. gelek rexnegir û wêjenasên mezin wê datîne cihekî girîng û baş. bandora wê jî helbet hebûye û her roman û çîrokên ku wê mînak girtin, çêtirîn teknîk û sêwirandina kes û bûyerê derxistine holê. heq e. lê bi serê xwe, ji bo min, ji bo mirovê vê sedsalê ceribandinekê ye. hew.


nivîskar ji nivîsandinê sar bûye ya na, nizanim lê, bi carekê ve, bi girêdaneke ecemî zilêm kuştiye. erê bi ya min ev e!



24.12.2017 21:29 ~21:29 | biruya hayao miyazaki

5. pirtûka goethe'yê a di derheqê êşa evînê de.
piştî hatî weşandin, bûye sedema xwekujiya gelek ciwanan. gelek ciwan, cilên werther li xwe kirine û bi guleyek xwe kuştine. piştî hejmara miriyan zêde bûye vê yekê ferq kirine. li gor texmînan ev pirtûk bûye sedema xwekujiya zêdetirî 2 hezar kesan.

piştî ev tesîr derketiye holê, welatên weke norweç, denmark vê pirtûkê qedexe kirine. dibêjin goethe bi xwe jî, vê yekê qebûl kiriye kû pirtûka wî dibe sedema xwekujiya ciwanan.

nizanim, min di pirtûkê de ew qas jî rewşên dramatîk ku bibe sedema xwekujiyê nedîtin. elbet êşa evînê zehmet e. lê min di pirtûkê de, ew tişta ku kesên di êşa evînê de ne, dikuje nedît. bi ya min, pirtûk bi piraînî hatiye guhertin.

şêweya nivîsandina pirtûkê pir ecêb e. mirov dibêje qey bûyer ne xeyalî ye lê rastî ye û ev pirtûk jî ne roman e lê belge ye.

min hêviyên xwe nedîtin di pirtûkê de. dîsa jî ne poşman im ku min xwendiye. hêviya min pir bilind bû belkî jî ji ber vê ez mûtmaîn nebûm *



23.05.2020 01:28 | brusk56

6. çar sal ewil dema ku min ev pirtûk xand, wan çaxana ez nava eşqeke dijwar da bûm lê vê kitavê li ser min jî ewqas tesîr nekiribû.
erê behsa eşqeke bê mikan dike lê meriv naşîne li ber pencê xwekuştinê jî.

dîsa jî heyfa wertherê reben bû *



23.05.2020 01:34 | bûtîmar

7. Min ev pirtûk sala çûyî nirxandibû, ez ê dîrekt copypaste bikim. Biborin min zêde çirandiye *

Axx Werther! Ax rebenê Xwedê Werther!
Goethe vê pirtûkê di nava 2 hefteyan de qedandiye... pirtûkeka wisa bêhempa, meriv çawa dikare di nava 2 hefteyan da biafirîne! Erê, meriv dikare! Ji ber vê pirtûkê meriv dikare xwe bikuje jî! Ji ber ku, ji ber vê pirtûkê gelek kes xwe kuştine. Ji ber van xwekuştinan, pirtûk hatiye qedexekirin. Meriv dizane, ji ber jiyana Werther a kesertijî meriv xwe dikujin! Erê meriv dizane! Meriv bixwîne meriv dê baştir bizane!

Belê min pirtûkê bi tirkî xwend, lê lêkolîna min bi kurdî ye. Ma bi kurdî be wê çi bibe? Ma kîjan ziman, kîjan peyv dikare jan û êşên Werther bînin ziman? Navê pirtûkê bi kurdî "Janên Wertherê Ciwan" e. Heke min vê pirtûkê werbigeranda min dê navê wê bikira "Janên Wertherê Reben" ji ber ku Werher ne ciwan e, reben e! Rebenê Xwedê ye!

Werther bi name name hestên xwe ji hevalê xwe re dinivîse. Bavê keserê Werther, dilketê Lotte dibe. Dilketê celladê xwe dibe! Ji ber evîna Lotte; Werther re mirin divê! Belê, belê mirin divê! Ji ber ku, Lotte destgirtî ye, bi Albert re destgirtî... wê tew Werther negihîje mirazê xwe... mixabin... Di pirtûkê de jêgirtineke wisa derbas dibe, vê jêgirtinê kurtebira pirtûkê ye:
"Ez ji vê keserê re ji gor pêvetir çare nabînim..."
mixabin, hezar mixabin! Bavê keserê çare nabîne...

Ma mirin xelasiye kek Werther? Ma mirin diviya? Mirinê dor li te girtibû! Mirinê hişê te tev li hev dikir! Mirinê serfiraz derket! Ma çareya keserê mirin e? Dibe ku mirin e! Ji ber ku taya evînê Werther difetisand. Taya evînê dev ji Werther bernedida! Ma wê çi bibûya Lotteyê malkambax destgirtî nebûya?.. ma wê çi bibûya Lotte bi Albert re nezewiciya? Ma wê çi bibûya Werther bigihiya Lotte?..



03.05.2021 23:40 ~23:48 | nivîskarê gêj

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» jana zirav

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî