Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; elegez
    peyamên çepikkirî

    1. Gunde bi nave Elegez li Ermenîstan e. tê gotin navê çiyayekî li wê heremê jî ye. Navendeka çandîye ji bo kurdan. Sala 1937 li wir Şanoyek hatiye afirandin.

    Straneka Koma Wetan bi nave Elegez heye. *



    2013.07.26-05:32 | babedyo

    5. nivîskarek ji nav nivîskarên tirşikê ye.. xudanê/a pênivîs û perspektîvek objektîv e.. zimanek xweş û sivik û rewanbêj û herikbar bikar tîne di nivîsên xwe de.. hêviya me jê û ji xwudê ew e ku di tirşikê de berdewam be û binivîse û hey binivîse heta hetayê binivîse..



    2013.09.02-19:40 | endazer

    6. admîna nû ya tirşikê.. û herwiha yekemîn admîna jin ya tirşikê.. em wek konseya rêveber ya tirşikê ji bo karê nû yê ku pê ve rabûye pîroz dikin û hêviya serkeftin û berdewamiyê jê dikin.. û wek diyarî ji hanî xanimê strana masî xanimê jê re dikin perû û diyarî..










    2013.09.03-15:29 | endazer

    11. wêneyê milê xwe û pora xwe ya gul-gewez xistiye di profîla xwe ya tirşikê de.. yanî kawayê nemir li ser rêya xwe ya li kuçe û kolanên amedê lê rast were jî wê nekare nas bike.. wêne jî tê bêjî qey bi mekîna hesaban hatiye kişandin.. pîkselên wêneyî tên hejmartin.. asoxîn; yetmez ama evet!



    2013.10.06-01:53 | endazer

    12. yek ji niviskarên tirşikê ku ez diecibînim. ji xwe ku min yek eciband divê hûn bizanin başe, ez van roja pîvanê başiyê me sibe du sibe îhtîmale bibim pisporê rewşa hewayê, heqqet ew keştî çima her tim naşxwele.



    2013.10.12-22:28 | tivirloismail

    14. Nivîskara cirrxweş û meşrebfire û xweşbêj û xwediyê nivîsên tirş û şêrîn*e. Axaftina wê pirî nêzê min e ku tu ê bêjî qey ji gundê me ye.



    2013.10.29-01:12 | ceso

    17. bâye aliyen ermenistanê tê... bazidê axte bâ aliyen ermenîstanêda dûhat, dûgotnê eva bâye elegezê ye...



    2013.11.19-01:17 | sîyabend

    19. çîyayê li hemberî agirîyê ye. li gorî efsaneyeke kevn, elegez û agirî herdem bi hev re çavnebarî kirine û bi hev re nifirê giran gotine.



    elegez ji bo agirî wiha gotîye: mij û dûman qet li ser te kêm nebe.

    agirî jî ji bo elegaz wiha gotîye: mişk û mar qet li ser te kêm nebe.



    bi rastî jî nifirên herdu tev pêk hatîye. li ser agirî mij û duman get kêm nabe. li ser elegez jî mişk û mar wek welat bi cîh bûne.



    2013.12.03-12:13 | nazim tolhildan

    21. ji mûzîKê fêm nake rock mûzîka kurdî/22532

    ji rock mûzîkê qet fêm nake. ger fêm bikiribûya di derbarê harun atamanê koma rewşenê de bi vî awayî nediaxivî.

    te kîjan strana harun neeciband ? te çi ji cilên wî ên çerm e ? a te tune ye tu lewma wisa lavzan diavêjî ?

    henek li aliyekê, gelek rexneyên neheqî û ne di cî de kiriye, di derbarê harun ataman û jan axîn de.

    bila haj xwe hebe, em hemû leşkerê harun ataman in *



    2014.01.02-11:50 | brusk56

    27. çeman

    ji kerban

    perîkên avên xwe rûçikandin

    tu nehatî

    dilketî xurifîn

    tu nehatî

    dest avêtin namûsa hechecîkan

    tu cardin nehatî

    hejîrên te jê hez dikirin xwe xwarin

    tu dîsa nehatî

    ka te ji hechecîk û hejîran hez dikir kulê? ...

    ka neynûkên wan te nedida bi malê dinê? ...

    hesreteke helbestvan hebû, ew jî qûnde bu

    axx bê! ...

    şev û roj li min hatine xezebê

    de haaa! ... tu li ku ma?



    2014.02.06-01:57 | ferhenga şikestî

    45. Spas hevalîno hûn her hebin



    2015.06.18-00:57 | hogir elegez

    59. serê wê jî sax be, xemgîn im loma nikaribim xwe rabigirim û jê re peyam bişînim...



    2015.11.29-16:21 | ferhenga şikestî

    62. nivîskara ez vê peyama wê 17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê/88125 gotinên di derbarê shorbevande gotiye ez wekî îltifat dibînim.. û li sosyeteyan heqaret kiriye.. ferhenga şikestî resmê wê di hişê minde nivîsand, jixwe min zanibû keftorîye lê ne hewqas jî, qala xwe û civîna kiriye kesê nizanibe ewê bibêjin horîya cinetêye kî pêra here civîna kes pêra naçe cinetê inca herin civînan tew! * baroya farqînê jî te qebûl nake *



    (bnr: henek)

    (bnr: silav)

    (bnr: hurmet)









    2016.04.19-01:58 | shorbevan

    63. yeka xweşsohbet e, bedew û levhatî ye, kurmanciya wê jî gelek xweş e, ji bo fikrên wê yên siyasî nikarim tişteke baş bêjim *, ji ber ku yeka mînyon e temenê wê zêde lê xwuya nake. *

    hêj gelek tişt hene, lê ji bo ser xwe ve neçe, nabêjim :P



    2016.07.22-22:39 | endazer

    64. Kî derheqê vê xanima bedew, nazik û nazenîn de gotinên neçê bike kor dibe kerr dibe lal dibe*

    Bi qasî ku têt zanîn di daweta ferhengekî şikestî de serkêşa govendê ye, yanî xêr û guneh di stûyê sîxuran de*



    2016.07.22-23:54 | ferhenga şikestî

    65. zû de ye nedinivîsî. ev çend roj in liqayî peyamên wê têm. min divê kêfxweşiya xwe bînim zimên*



    2017.01.14-19:11 | sergijik

    66. nivîskara ku ez bawer im hemû peyamên xwe jê birine.
    herî dawîn di 23-07-2017ê de têketinê kiriye.
    çima tiştek wisa kiriye nizanim.



    2017.08.13-23:17 | simurg56