Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 71 peyam
nebûna zimanê hevbeş - tirşik
nebûna zimanê hevbeş
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev pirsgrêka girîng ji aliyê bêstûn osman ve hatiye analîz kirin.

Here lînkê



09.05.2015 19:24 ~19:27 | hûteheftserî

2. yekî bi navê seid ferhad seid mistefa li binê nivîsê şiroveyeke qerase nivîsiye ku wiha gotiye:



"ni dîtina min ne pêwîst dike kirmanc zorê li soranîyan bikin ne jî soran li kirmancan ku her yêk bi darê zorê zimanê xwe li ser yê din ferz bike û hewl bide wê standard bike ji ber kû "ziman bi xwe"wê li dawîyê xwe aşkira dike kû kîjan zarave şîyan û hêza wê heye kû standard bibe. niha eger em objêktîv bimînîn û bê kû milmilanê di gel hev bikin û rastîyan danên ber çavên xwe, zimanê kirmancî gelek ji soranî dewlemendtire...ez naxwazim li vir zimanê soranî lawaz bikim yan jî birayên soranî aciz bikim ( ez bi xwe seidê bajerê berzincî me û li berzincê gişt soranî ne û ev tê wê wateyê kû bapîrên min yê berê soranî bûne ), lê divê mirov rastîyan bibêje û rastî ewe kû kirmancî ji soranî gelek dewlemendtire...di zimanê kirmancî de bi hezaran gotin hene kû di soranî de tune ne û soranî bi xwe jî vê yêkê dizanin! kirmancî wek derya mezine û ji her tiştekê nek 1-nav belkû 3-4-nav hene û sebeba herê mezin kû gelek kirmanc ( bi taybet li bakûrê kurdistanê ) nikarin bi kirmancî hestê xwe beyan bikin yan jî biaxivin, ev ne sûçê zimanê kirmancî ye û ne nîşana lawazbûna kirmancî ye belkû ev sûçê kurdên me li bakûr bi xwe ye kû fêrî kurdî nebûne...zimanê soranî bi dehan sale li dibistan heta zanîngehan de tê bi karanîn lê dîsa jî ew qas pêşketin bi xwe nedîtîye, ji ber kû dema mirov di tv û nûçeyan de gohdarê soranî dibe û rojnameyên soranî dixwîne, hejmara gotin û bêjeyan ( kelîmeyan ) di vî zimanî de gelek kêmin û mirov mecbûr dibe bi wan gotinan progremên xwe berhev bike û eger gotinek di soranî de nebe ew gotinên farsî bi kar tînin...lê li ser wê jî kû kirmancî bi 100-salan qedexe û nehatîye bi karanîn û ew wek pêwîst pêş neketîyê jî, lê ev yêk dewlemndîya kirmancî xeşedar nekirîyê û ji sengînîya wê kêm nebûye! kirmancî wek derya ye kû li melevanan digerê û melevan jî gelê kurd bi xwe ye kû divê biha bi zimanê xwe yê dewlemend û şîrîn biden û ( bi taybet gelê bakûrê kurdistanê ) dest ji zimanê lawazê tirkî kû ji 50%- erebî û 20-30%-kurdî/ farsî pêk tê berde û bi zimanê xwe biaxive, da ziman pêş bikeve! li dawîyê her wek min li jor behsa wê kir nîyeta min ew nebû kû zimanê soranî lawaz bikim yan jî birayên soranî aciz bikim, ev bi tenê nêrîna min ya objêktîv li ser vê babetê bû"



09.05.2015 19:55 | ceso

3. tew yabo ev çi bela ye.. hîn duhokî û silêmanî wergêr digrin ji bo fêmkirin. mala me xerabûye...



09.05.2015 20:24 | biruya hayao miyazaki

4. kêmasiyek mezine edî zazakî çêdikin kurmanci çêdikin soranî anjî shorbevanî çêdikin ka bila zimanzanên me navbeyna vî tiştî bibinin kîjan ziman çêtirbe bila ew be û çêkin. hîn kirina wî ji xwe ji me bihirî edî ji zarokên me ewê hîn bibin çi qureder be jî.



09.05.2015 21:45 | shorbevan

5. kurdên li tirkiye dijîn xema me nîne em jixwe ji xwedê re hezar car şikur (!) bi zimanê xwe ya hevbeş tirkî xeber didin... em li ser hemdê xwe ne êdî ya din çi bike bira bike ne pirsgirêkê me ye...



10.05.2015 00:52 ~00:57 | mîr

6. li başûr bi qasê ku min dÎtiye kurmanc ji soranî fêhm dikin û soran jî ji kurmancî fêhm dikin, ji xwe têgihiştin ji bo têkilîdanînê bes e û zêde ye jî.. dîsa li başûr xwendeyên kurmancan bi soranî jî dizanin, lê gelek kêm soran bi kurmancî an bi qewlê wan bi behdînî dizanin.. televîzyona rûdawê ji aliyê nêzikkirin û standartîzekirina zaravayan li başûr gelekî bikêrhatî ye, gelek caran di nûçeyekî de herdu zaravayan jî bikar tÎne, ji bo nimûne pêşkêşkar nûçeyê bi kurmancî pêşkêş dike û naveroka nûçeyê jî bi soranî tê xwendin, an jêrnivîsên nûçeyê bi soranî ne, bi vî awayî mirov bi hêsanî bêyî ku here kursekî an dersên taybet bistîne dikare xwe fêrî zaravayeke din bike, xwezî li bakur jî televîzyoneke wekê rûdawê vebibûya û ev siyaset û stratejiya nêzikkirina herdu zaravayên zazakî û kurmancî di weşanên xwe de bikar anîbûya..



10.05.2015 01:08 | endazer

7. qasî min dîtiye ji hêla xwendina nivîsan de, xwînerên kurmancên bi gellek devokên kurmancî dizanin ji sedî %50-70ê zazakî dikarin fahm bikin. her wiha dikarin ji soranî (kurmanciya jêrîn) jî fahm bikin.

Jixwe hema bêje hemû kirmancên (zaza) kirmanckî (zazakî) dizanin/dixwînin ji kurmancî jî dizanin.



di vir de tişta girîng nederxistina zimanekî derewîn e. heke tiştekî werr çêbibe wê hemû zaravayên kurdî tahdê jê bibînin. Xelasî di dibistanan de ye. heke xwendekarek 3-4 dersên zaravayê xwe bibînê dive dersekê ji zaravayên din jî bibîne. piştî hînbûna zaravayê xwe ji bo fahm kirina zaravayên din nîv sal bes e. ji xwe fahm kirina zarava bes e ji bo me. bila her kes bi zaravayê xwe bipeyive û ji zaravayên din jî fahm bike. ji xwe ev tişt wê bike ku ziman nêzîkî hev bibin û belkî di sedsalên din bibin yek jî.



li gorî min pirsgirêka mezin ne ev e. pirsgirêka mezin alfabe ye. divê hemû kurd li seralfabeyekê li hev bikin û êdî li gorî wê bimeşin.



10.05.2015 01:34 | berxweda

8. pirsgirekeke eslê xo de zaf girîng nîya.



Soranî, zazakî, kurmancî, goranî ûsn. heme kurdî yê. Û dinya de tu kes çin o ke ziwanêkî bêzarava qisey biko. çend kes vato la belê ez zî vajî, vakurê kurdistanê de zazayê zazakî nusenê/wanenê hema vaje heme kurmancî zî zanê/wanenê. Û kurmancên kurmancî wendox zî tewr kêm zazakî fehm kenê. vakurê kurdistanê de kursê zazakî de kurmanc, kursê kurmancî de zaza kêm nêbeno.



La belê, ez rewşa başûrê nêzana. qasekî ez zana jî kurmanc û soran yewbînî fehm kenê.



Problema kurdan a ser ziwan "alfabe" ya. ez bi alfabeya latînî(ne goreyê bedîrxanî bî zî) lur û goran ra fahm kena. (vaje tewr kêm %50-60). vernîya vernî, gereka standarta alfabe est biba.



Bêelaqe, başûrê de her soran rê saetek kurmancî, her kurmancê rê saetek dersê soranî bidin, na pirsgirek qedîyena.



10.05.2015 03:02 ~03:05 | endazyar

9. Pirsgirêkeke giring e lê çareserî ne pêkan e demeke kin de, ji xwe ne hewceye jî zêde bi lez be. Pêwîstî bi her awayî heye ku mu zaravayên din fêhm bike lê hê jî bakurî têra xwe kurdî bikar naynin û li bakur hê jî kurdî nebuye serdest. hê gelek karê me heye, xwedê quwetê bide.



10.05.2015 16:09 | azadixwaz

10. Pirsgirîkeke mezine ye ku ez dibînim.

Li ser înternetê her kurd cîhekî ye , Haya kesî hev tune.Kurdên başûr derdorên bi tîpên erebî bikartînin de mîjûl dibin.

Bakûr , derdorê ku tîpên latînî tê bikaranîn de mîjûl dibe.

Kurdên îranê dîsa wisa

Kurdên derve dîsa wisa

Ma celadet elî bedirxanê nemir tenê ji bo bakûr ev tîp damezirand ?

Yekbûna me li ser tîpan tune , yê çawa her çar parçeyan çê bibe ?



12.04.2019 23:59 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» nebûna zimanê hevbeş
» zimanê standart

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî