Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 65 peyam
kurte - tirşik
kurte
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. hemwateya kin'ê û dijwateya dirêj'ê ye. weke mînak kurtefîlm: fîlma kin



14.05.2015 00:33 | mergehez

2. kurte, navê kurtkirî an kodkirî yê tiştekî, bi tirkî kısaltma, b Îngîlîzî; abbreviation..

kurteka ku di gotinên strana hoy hoy memo de tê behskirin bi kurmanciya gewr û bi soranî; ji bo mêran; qutik, êlek, çoxik.. ji bo jinan; cureyeka kirasekî ye, wek kurtekiras, an kurtek û kiras jî tê zanîn.. mixabin li ser netê zêde zanyarî li ser vî cureyê kirasî nîn in, min tenê ev wêneyê di vê lînkê de; Here lînkê û lînka vê nûçeyê dît; Here lînkê



14.05.2015 01:44 ~01:45 | endazer

3. peyva ku di strana koma amed ya hoy hoy memo de hatiye sansur kirin e. di vir de dibêje kurtekî ser kirasî lê ya rastiya wê kurdekî serfirazî ye.

bnr: Here lînkê



14.05.2015 02:22 ~02:25 | berxweda

4. di vê teksta jorÎn de jî, yekÎ bi navê hecî ehmed behsa bîranîneka xwe ya li gel meryemxanê dike, dema behsa meryemxanê dike dibêje kiras û kurtek kiribûn ber xwe;



''Di bihara 1992’an de, kalekî 80 salî yê bi navê (Hecî Ehmed ji gundekî herêma Şemzînan) (2) di bareya Meryem Xanê de ji min re wiha got:

Min ji nêzîk ve ew dîtiye. Ez di çaxê desthilatdariya Seyîd Teha Gîlanîzade (ji aliyê Îngilîzan ve bibû hakimê Herîr û Batas) li Herîr û Batas ê (3) rojekê çûm xizmeta Gulîzar Xanima(3) xêzana Seyîd Tehayê Gîlanîzade. Dema ez ketim hundirî dîwanxaneyê, min xanimeke maqûl û bi hurmet dît ku li cem Gulîzar Xanimê rûniştibû. Poşiyeke bi gîfî û rîşî li serê wê bû. Mîna jinên e´şîreta biskên xwe jî berdabûn, kiras û kurtek kiribûn ber xwe, bejna wê bilind û rûyê wê jî pir bedew bû. Jinek medenî (bajarî) û rengê jinên bajaran li ser bû.

Ez bêhnekê rûniştim û piştî bersivdayîna çend pirsên Gulîzar Xanimê, wê ji min pirsî: Ehmed tu vê jinê nas dikî?” Here lînkê



14.05.2015 02:25 ~02:26 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
çîrokên tirsank ên kurdî [1]
Ev çîrok piranî gotinkî ne, hatibin nivîsîn jî heta niha lê rast nehat...
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
paşeroj û pêşeroj [2]
nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata /1...
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurtekên adetî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî