1. Têgehek e kû cara pêşiyê min di pirtûka Fewaz Husen ya bi navê Barê Şevê de bihist.. Min ji çend hevalan pirsî lê ti kesî nezanî ka wateyawê çî ye.. Hin hevalan jî gotin ev têgeh li aliyê Dêrikê tê te bi karanîn.. |
|
27.07.2013 22:19 |
nan û av
|
2. ew ez im. |
|
27.07.2013 22:28 |
gurê manco
|
3. gurê mahco, li cem me Mêrdiniya jî dihê bikaranîn. zaroktî gava diya me çavên me ditirsandin digotin "wa gurrê mahco hat wê we birrevîne yan bixwe" , tiştekî weke pîreboka ye herhalde lê ez hîn jî jê ditirsim gelo ew peyva "mahco" ji ku hatiye? |
|
27.07.2013 23:05 |
felek
|
4. motîfeke tirsehêz yê çanda kurda ye. gorî ku dibêjin zilameke pir qirase bû û jê re bi vî awayî dihate gotin lê bi demê re her ku çû û bû (stûr: xewreşka zarokan) ku dema ranedizan dayîkên wan digot: "wê gurêmanco were te!" û wan radizandin. lê bûye karektereke lîstikeke zarokan ya bi̇ NAVê " (bnr: hÊza zarokan)" ku (bnr: navenda çand Û hunerÊ ya bihar) derandiye. Ev jÎ dÎmeneke ji wÊ lÎstikÊ ye. vîdyoyê veke |
|
24.09.2013 23:01 |
shanogero
|
5. Wekî esker û polêsan nebe jî, zirava zarokên kurda diqetîne. |
|
25.09.2013 00:37 |
seydayê_peyvan
|
6. yek ji fîgûr û motîfên tirsê yên çîrokên kurdî ye.. wekê din; |
|
25.09.2013 01:29 |
endazer
|
7. fîgûreke mayîn ji serheda rengîn; |
|
25.09.2013 01:34 |
serhednişîn
|
8. kuro min navê gurÊ manço bihîst purta min bijû bijûyÎ bû * |
|
25.09.2013 01:40 |
nîgarvan
|
9. biweşekî serhedî.... |
|
28.09.2013 22:03 |
hozanagirîn
|
10. Cenewarê xewnên meyî zarokatiyê “Gurê Manco” . Ya Xwedayê Mezin me çi ji destê vî gawir bavê “ Gurê Manco” kişand û me çi ne kişand.ji tirsa vî mîratî re , em nema diwêriyan ku bi şev derkevin rehetxanê , çewa li me dibû sibeh xwedê tenê pê zane.Me ji tirsa vî gawir bavî re nema diwêrîbû 100 mîtro ji malê dûr biketana. |
|
01.11.2014 21:08 |
xwelî li ser
|
11. gurê ku li ba me tune bû û loma zarokatiya min neherimandiye. heta navê wîî ji min re sempatîk jî tê ) |
|
01.11.2014 22:33 |
simurg56
|
onedio.com [2] |
|
kurdistan [2] |
|
ferhengên înteraktîf [1] |
|
cemali coşan [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |