Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
meleyên kurd - tirşik
meleyên kurd
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. meleyên berê pirahîya wan nezanbûn li niha vê dema paşî pirahîya wan wekî yên tirka tev bûne memûr û tirşikçî gere meriv nede dû wan neçe camîyê limêj neke timî tiştên ezber dibêjin qet besa kurda nakin nijadperestî nebaşe û ne karê melaye lê kurd mazlûmin zilm li wan dibe ti xebateka jidil nakin li hemberî zilmê dernayên. ev melê çine?



13.07.2015 22:45 | shorbevan

2. Çi kurd çi tirk çi li hember zordariyê nesekinin çi bisekinin hemû dijminên mirovahiyê ne. Ji ber ola ku ew ji me re qalê dikin, çanda gelek gelan bûye weke gû û bandora olê jê nare..



Edit: rastnivîs



Edit2: wêjeya kurdî bi saya wan li ser xwe maye lê heke ku ola wan tunebaya dê milet ewqas cahil nemayana dê ji xêynî îbadetê bikaribayana tiştinên bikirana..



13.07.2015 22:49 ~23:05 | mergehez

3. zêde ne zana e û piranî ji ber tirsên xwe yên dînî ne aligirê gelê xwe ne. ji ber ku zanîna wan ne li ser bingehên saxlem in. jixwe ger wisa bûya, -baş nebaş -pêwist bû bi hezaran pirtûkên kurdî hebûna li ser îslamê.

li gel ku di nav civatê de gelek qîmet bûn, mixabin girêdayî îslama tirkan mane û nirxandin û rexneya vê dîna tirkan nekirine.



piranî wisa ne lê yên baş jî hene.



13.07.2015 23:47 | simurg56

4. (bnr: mela miheme), navê piraniya wan e. Û dîsa piraniya wan hema xwe li ber bayê dinyayê berdane û tu tişteke li pey xwe nehiştine.



13.07.2015 23:53 | azadixwaz

5. melayên ku her çaxî di xizmeta desthilatdariyê de bûn e (helbet îstisna hene).



14.07.2015 07:42 | xendekî

6. xwezî weke meleyên êzîdî bûna



14.07.2015 11:21 | hola êzîda

7. melayên ku niha gel bi fikr û ramana xwe wan tîne rêzê ne. qaşo diviyabû wan ji gel re behsa azadî û wekheviyê û heqê kurd û kurdistanê bikirina. lê niha gel bi tirs be bi çi be hineka ji wan tîne rê û êdî ew jî macbûr dimînin ku vê heqiyê qebûl bikin.



14.07.2015 11:52 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» meleyên kurd
» kurd your enthusiasm

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî