Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 26 peyam
pîvan - tirşik
pîvan

Navê mijarê ya ewil ev bû:pîvandin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kifşkirina telê tiştekî, endizandin, peyîftin bi devoka drûnkera lê girtin.



11.08.2015 22:58 | shorbevan

2. Pêyvek pirr xweşik e û ji bo dirêjahî , kîlo ango tiştekî din tê bikaranîn.

Ez û dayîka min çend roj ewil çûn nexweşxana diran û ji bo ku diranên wê bidin çêkirin.Doxtora diranên wê pîvan û go de herin heftek şûnde dîsa werin.

Piştre xwîşka min digere dibêje " doxtora olcmiş kir" min go erê "pîvan".

îro dîsa rastê vî peyvê hatim qehwe

"ölçü" nizam çi zimanê ye lê qet li ziman nayê.Dewsa wî de "pîvan" em dikarin bikarbînin.

li mînakan mêze bikin: http://turkcekurtcesozluk.com/legerin.php?legerin=p%C3%AEvan



08.05.2019 21:33 ~21:33 | brzn

3. youtuberek ji youtuberên kurd, xanimek, bi kanala xwe ya (bnr: xwarina dayika min), xwarinên kurda çê dike. di vîdyoya "SAVAR GOŞT Û TIRŞIKA FASOLÎYA"yê de dibê: "pîvana savar ne hewce ye ez bibêjim..."


gava di mitbexê de diya min û ez, me qal dikir, niza'm kîjan xwarin çawa were çêkirin tahmxweş dibe. diya min go,
- "du welçek av..." û niza'm çi.
min qesta go,
- "welçek çi ye xwişkê, hûn bi zimanê xwe çi dibêjin?"
- "wille... em dibên... em jî dibên welçek."
min go,
- "pîvan?"
min anî bîra wê û em pê keniyan. em pê keniyan ji ber ku her tim ez dipirsim "ka kurdiya filan peyvê tuneye?" dibê "na heyra, em zî wer dibên." û bi min re dikeve nîqaşê. dawiya her car gotina min derdikeve. heya ji min tê, ez nahêlim zimanê me bi peyvên ziman ên din tevlihev bibe, bîlesebeb.



08.05.2019 22:58 | mirovekirind

4. ya rast peyva pîvanê helbet dizanim lê nizanim çima li zimanê min rûnanê. wek fîîl baş e, pîra min jî digot "dipîvim" lê wek nav "pîvan" qet xweş nayê guhê min. pîvanek birinc, pîvanek qehwe, sankî pir çêkirî xuya dike yaw. dibe ku ji olçek û welçekê baştir be ya rast lê nizanim.



08.05.2019 23:02 | roza

5. Peyva ku min sifte bihistiye.
bi farisî peyva پیمانه کردن heye (pîmane). Hebek ji wê tere. Ew jî te maneya endaze kirîn.



08.05.2019 23:14 ~23:14 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
se7en [1]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
dünya tv [3]
camêrê ku di vê kanalê de dersê dide navê xwe nezir gümüş e û ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîvan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî