Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
boş - tirşik
boş
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyva ku di romanên(bnr: memed uzun)î de pir hatiye bikaranîn..wate gelek zehf, pir e

mînak:baraneke boş barî..



23.08.2015 00:28 ~00:29 | havka

2. min ev peyv nû bihîst *



23.08.2015 12:37 | roj agir

3. Peyva li herêma me(dihê-sêrt) di heman wateyî de û awayeke berbilav tê bikar anîn.

Mînak; ew kaniya biharê boş û har niha tu diçî nikarî helikeke biçuk nîv saetan de dagirî.



23.08.2015 19:32 | azadixwaz

4. vala, ne tije, bêkêr, beredayî, tewş-ik.



23.08.2015 23:06 | shorbevan

5. 1. Peyveke zehf şêrîn e. Ji bo îfadekirina geşbûn,zêdebûn û piratîya ava herikî anjê baranê tê bikaranîn. Bila heya we jê hebe ku tevger nebe ev peyv nayê bikaranîn . Gola Wanê , ava di gumgum de û ba ne boş e. Av biherikê jî heke kêm be ne boş e.

Mînak : ji çemê boş zarok nikarîbû derbas bibe.

Piştî reqreqa berqân baraneke boş hat. Bû şirşira baranê.

Tê bîra min, Biçûcikayî me li ber çemekî boş bacanên sor, şebeş û petîx dixwarin. Ji bo wilo Te'ma petîx , şebeş û bacanên sor û bêhna giyayê şîn ji vê peyvê tê ber zimanê min. *



2. Boş : vala. Mînak : qunçala boş, ji avê hatê dagirtin.

3. Boş : bilêvkirina boschê

4. Boş : tiştên , xelkèn ku bi kêr nayên. Mînak : xwendiye , mixabin însanekî boş e.





28.03.2016 20:49 ~21:03 | gumgumok

8. min cara ewil di rêwîtiyeke navbera bajaran de ji devê rêçberekî cizîrî bihîstibû.
gote min tu çi kes î?
mi go etmanekî me.
Go erê, etmanekî li agirîyê boş in.
Mi go çawa xalo? (min di vir da gotibû qey dibêje boş, beleş.)
Ewî dîsa dubare kir min fem kir ku wateya zêdebûnê da dibêje boş.

ew roj ev roj e ez vê peyvê dizanim.

bijî rêwîtiya navbera bajaran /ên kurdistanê.

(bnr: rêwîtiya navbera bajarên kurdistanê)



08.06.2017 10:35 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
wedat aydin [1]
Yekem kesê bi kurdî keniya ye...
belki ev jî bala te bikişînin
» boşatê

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî