Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 58 peyam
3. xelatên tirşikê - tirşik
3. xelatên tirşikê
(3) (0) (10)
di mijarê de bigere

20. xelata ku dîsa ez ê nikaribim werbigirim.



21.09.2015 20:33 | kurê xelkê

21. piştî 6 rojan wê dest bi belavbûnê bibin û tiştekî din;



wê rojê wê taybetiyeke nû ya tirşikê were weşandin. taybetiyek him nû him jî gelek kêrhatî.

taybetiyek ku weke gelek taybetiyên din yên tirşikê, di tu ferhengên tirkî de tune. li bendê bin *



25.10.2015 21:39 | simurg56

22. xelatên ku wê piştî 4 rojan diyar bibin ka ji kê re ne. min niha lîsteya nivîskarên ku kar dikin, derxist. li gorî vê lîsteyê 10 divê pirtûk ji deh kesan re were dayîn ji ber ku yên 15emîn heta 20emîn gelek hindik nivîsandine.



di vê rewşê de dikarim bibêjim ku di navbera kesê 8emîn û yên din de zêde ferq tune. yanî lîste dikare di nava çend rojan de jî biguhere *



27.10.2015 16:22 ~2015.10.28 18:12 | simurg56

23. xelatên ku divê bibe sedema seferberiyê. ji ber ku navbera hejmara peyamên nivîskaran de zêde ferq tune û xuyaye ku van rojan kê bide gazê yê xelata xwe bi dest bixe*



27.10.2015 16:47 | nazim tolhildan

24. wer xuyaye kesên wê xelatan bistînin heman kes in. belê xelat têsîrî li tirşikê kiriye. ji xwe ji îstatîstîkên meha îlonê jî diyar e. Here lînkê



27.10.2015 17:13 | berxweda

25. ew xelat in ku divê kesên ji 100 peyaman kêmtir nivîsîne nestînin.

*



27.10.2015 17:32 | dijber

26. (bnr: gotin xelat em hatin) *



27.10.2015 17:44 ~17:45 | paşê min got what the fuck

27. xelatên qasê min dîtî hêjmara nivîskaran neguherandî lê taybetî serê pêşî hêjmara nivîsan zêde kirî. baş e ku ji ber xelatan be jî hêjmara nivîsan zêde bibe.



27.10.2015 22:50 | azadixwaz

28. Mixabin ji bo vê xelatê zède nexebitîm lewre ez gelekî mijûl im eev wexteke dirêj e. Hê jî mijûl im lêê dîsa jî ez ê xelata xwe bigirim. Tabî ne bi zordarî bi heqê xwe *



28.10.2015 01:02 | mergehez

29. xelatên gumana min jê heye li gorî encamên hilbijartinê biguherin in *



31.10.2015 01:52 | berxweda

30. Xwezî lîsteya niha eşkere biba û me jî li gorî wê peyamên xwe zêde bikira *



31.10.2015 02:47 | mergehez

31. xelatên ku êdî diyar bûn kîjan nivîskaran bi dest xistine.

di vê lîsteya jêr de navê nivîskaran û hejmara peyamên wan ku di nav 2 mehên borî de, nivîsandine, tên dîtin.

10 kesên ewil heq kirin ku 2 heb pirtûk ji me bixwazin.



1 dijber 756

2 shorbevan 558

3 simurg56 316

4 ferhenga şikestî 228

5 xendekî 217

6 endazer 197

7 azadixwaz 189

8 berxweda 163

9 mergehezo nançû 156

10 nazim tolhildan 127



û yên din;

11 brusk56 120

12 biruya hayao miyazaki 103

13 hola êzîda 81

14 derqamij 64

15 cinorek 58

16 kezebmonitor 53

17 elegez 51

18 havka 49

19 ceso 48

20 ciwan 36



01.11.2015 00:11 ~00:11 | simurg56

32. Xelatên ku ez ê kokteyla wê li şinoyê bidim.

Min gotibû ez ê pirtûkan bidim tirşikvanekî lê na, ne hêja ne, ez ê yekê ji xwe re bibim yekê bidim hevalekî xwe û spas.

Ka ez binerim bê çend kes di tirşikê de dê bikarin neyariya xwe deynin aliyekî û pîrozbahiya min bikin *



01.11.2015 00:36 | dijber

33. xelata ger xwedê jê nexweşê dijber tunebûya ezê bibûma yekem lê ne xeme ma biharek din.. wekî hevalekî em bi gogê(topê) dileystin kalevan topê zeftdikir digot bi şeref ne ji min bûya gol bû tiştê pêken ji dil digot ne bi henek

(bnr: mehnî)

xelata bi stendina wê di seride ez xwe pîrozdikim min bawernedikir ez bibim duyem çewa dibe? min di serîda got ez niha di xebitim û wext tune ez binivîsînim niha seet sisyê şevêye ez seetek berê ji kar hatim û min dît ez bûme duyemîn bikêfbûm bi coş bûm û xemgînbûm wek sebatoka dînik niha cardin bikêfim.. jiminre pîr nîne ev serketin lê niha bese.. ev xelat ez dîyarî hemû kurd û kurdîstanîya dikim an ezê bikim ezê vê xelata hanê biwera jî parvebikim wekî ku gotin xelat pirtûkin ezê bi xweynim û bi we jî bidim xwendin werhasil dîsa spas ji bû kesên keda wan di van xelatên hanêde derbasbûye û ez hemû tirşikvana jî pîrozdikim endazer ne têde jixwe camêr pîroze icab nake em wî pîrozbikin îro camêr dîsa bi ya xwekirîye sê çar heb reşşik daye..



01.11.2015 02:45 | shorbevan

34. Yekem pirtûkxaneyaBbismil ya El -CEZERÎ



02.11.2015 13:43 | darînê daryo

35. lo me xelet kazanmîş kiriye. kesek cî pe me de nabê.



03.11.2015 18:51 | cinorek

36. Xelatên ku hîn nehatine.



03.11.2015 21:42 | dijber

37. Cara ewil min pirtûkeke zirav xwestibû lê vê carê du heb pirtûkên stûr*

Maşalê simurg beg nebêje viya belaşî dît û xwe lê danî*



03.11.2015 23:34 | mergehez

38. min jî cara berê pirtûkeke zirav û erzan xwestibû, dilê min pê simurg56î şewitîbû lê vê carê min pirtûkeke qerresa û gelek buha jê xweste, bila heqê xwe helal bike*



03.11.2015 23:39 | ferhenga şikestî


dengdanên dawîn (yên din..)
têkiliyên ensest [1]
ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi...
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelatên 1. rojbûna tirşikê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî