Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 6 peyam
peyvên biyanî di tirkî de - tirşik
peyvên biyanî di tirkî de
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gelek in û mirov nikare bijimêre û tiştekî asayî ye û ne delîlê kêmasiya zimanî ye lê eger em li wikiferhenga tirkî binerin, ez ê wisa texmîn bikim ku " 14.442" rûpelên peyvên esil-erebî hene ku texmîn tê wê wateyê ku ewqas peyvên esilerebî di tirkî de hene, herwiha yên frensî 4.235 in, 6 peyvên portekîzî, 207 almanî, yek asûrîyan aşûrî, 18 heb bulgarî, ermenî 32, farisî 5.142, ingilîzî630, îbrî an îbranî43, spanî 41, japonî 23, kurdî 55, latînî 270 ûlazî 4. Helbet ne ev tenê ne, hîn gelek hene û ev hejmar ne sed ji sedî rast in lê texmînekê didin.

wek mînak: peyva "tavlamak" peyveke lazî ye,

peyva "aşk": peyveke erebî ye.

peyva neval, ji newala kurdî hatiye.

eger peyv hatin bîra we, binivîsin.



14.09.2015 00:43 | dijber

2. pir bin jî ne girîng e, û ne nîşaneya tu tiştî ye. îro ev ziman têra gelê xwe dike, ya girîng ev e.



lê tu peyva ku bi tîpa "h"yê destpê dike, ne bi tirkî ye. erebî ne.



14.09.2015 21:02 | simurg56

3. hemî peyvên ku têde tîpên h j f hene, ne bi tirkî ne..

hemî peyvên ku bi du dengdaran dest pê dikin yan jî bi du dengdaran diqedin ne bi tirkî ne..

hamî peyvên ku bi tîpa b'yê dest pê dikin ne bi tirkî ne..

gelek krîterên bi vî hawî hene lê bi xwe de nabînim binivîsim..

lê weka ku li jor jî hatiye gotin, tu girîngiya vê yekê nîn e, hamî meseleya zimên ev e; gelo dikare têra fêmkirina cihanê bike û bêyî problem têkiliyê çêke?

ji bo zimanê tirkî meriv bi rehetî dikare bêje erê..

bi pirranî ji erebî ketine, dûre ji fransizî û dûre jî ji farisî...



14.09.2015 21:07 | ferhenga şikestî

4. süvari peyveke esil-farisî ye ku ji peyva "suvar" hatiye û wisa diyar e ku tirkan ji farisî girtiye ne ji peyva siwar ya kurdî girtiye.



14.09.2015 21:10 | dijber

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên herêmî
» biyanîbûn
» tirkîbûna tirşikê

Kategoriyên mijarê:: anket zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî