Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 83 peyam
xaniyê cemê - tirşik
xaniyê cemê

Navê mijarê ya ewil ev bû:mala cemê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navendên elewîyan e ku tê de îbadetê û karên çandî dikin. li tirkiyê statûya wan ya îbadetxaneyê tune.

yek ji îbadetên ku li vir tên kirin cem e, loma vî navî standiye.

tenê li stenbolê ji dehan zêdetir malên cemê hene. li tevahiya tirkiyê, hejmara wan tam nediyar e lê ji 300 heban zêdetir e.



bi qasê dizanim li tu derke din ya dinyayê ev navend tune ne û elewî jî îbadetên xwe li mizgeftan pêk tînin.



26.10.2015 23:14 | simurg56

2. ji bo elewiyên li tirkiyê dijîn, cîhê îbadetê, sersaxiyê, civînê û sohbetê ye. weke ku ez dizanim, "cem" ji peyva civînê tê. weke simurg jî got, elewiyên din ên cihanê, îbadetên xwe li mizgeftan dikin. lê jixwe gelek ferq di navbera elewiyên tirkiyê û yên din de hene, bi sêrî de jî elewiyên dersîmê. çanda wan, usûla îbadetên wan, nêrîna wan a mirovahiyê, nêrîna wan a olan û gelek tiştên din cûda ne.



27.10.2015 11:18 | nazim tolhildan

3. mala elewî ku tên cem hev îbadetdikin û govend û dîlanê digrin, axavtin dikin,... û filan û bêvan, mala cemo jî dibe ku bê gotin ji bû hevzayenda peyvan an na?



27.10.2015 12:37 | shorbevan

4. (bnr: xaniyê cemê)

Mala cemê bikaranînek çewt e û elewî vê gotinê nabêjin..cihê vê xaniyê cemê tê gotin.. wekî li meletiyê bi herêmî “xonyê camê” tê gotin..mala cemê ne li gorî feraseta fikirîna kurmancî ye..mal cihê xaniyê nagire..

heta salên 1970an xaniyên cemê li bajaran hema tunebû..ji ber ku gundên elewiyan li cihên asê de bûn, elewî bajarî nebûbûn, li gundan dijiyabûn, li derên dizî de cemê dikirin ji ber tirsa cerdên mifrezeyên dewletê..mifreze piştre bû cendirme..piştî hatina desthilatiya hikûmeta Turgut ozalî hinek serbest bû, heta wê demê mîna kurdî qedexe bûbû..

ji dema osmaniyan de belkî çend avahiyên dîrokî hebin li hin deran lê xaniyên cemê bi rastî piştî salên 1980an ket rojeve û berbelav bû..

îro li hin gundên elewiyan de bi navê xaniyê gund, bi tirkî koy evî, avahiyan çêdikin û ceman li wir dikin...



27.10.2015 22:42 | havka

5. (bnr: cemal)

(bnr: ce-m-al)



27.10.2015 23:00 | azadixwaz

6. (bnr: cemxane)



28.10.2015 10:18 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» xaniyê malê
» cemên bi kurdî

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî