Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 52 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; wateya xewnan
peyamên çepikkirî

80957. ez kîngê li ser xewnên xwe bifikirim têdigihîjim ku nava rojê çi hatibe serêmin û ez çi fikirîbim ewan hatine xwena min .û dîsa jî zana yê vî tiştî mamoste freud e . ez lînka pirtûka wî datînime li vir edî xwandin ji te re maye .Here lînkê



29.06.2013 13:39 | simurg56

91631. heke tu di xew de bibînê ku mîza te tê, ji bo ku tu mîz ke li tiwaletê bigerê û herê tiwaletê zû şiyar be. ev ne nîşana xêrê ye. ev xewna te tê wê wateyê ku tê bi xwe de mîz ke an jî te şatek berda ye. rabe, avê da bin xanî.



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

91659. Ji xeynî xewnên fantastîk û surrealîst, meriv berê razanê çi biponije û pê de bikeve xewê, kêm zêde xewna xwe de jî heman tiştî dibîne.

Divê meriv zêde ma'ne nede xewnan.

Dema ez piçûk bûm min casper, maske, pokemon û dragon di xewna xwe de didîtin, dema bi kurdî re mijûl dibûm min nivîskarên kurdî dîtin, aniha jî carcaran polês û daîşiyan di xewna xwe de dibînim. Loma min dev ji şopandina rojevê berda..



08.06.2013 14:50 | simurg56

139233. hinin xewn hene ne yên şîrovekirinê ne, wekî tiştên ku berî xewnê hatine çêkirin, dîtin an bihîstin hwd (bandora fîlman, pirtûkan an jî bûyerên mezin ên di demekê berê de hatine qewimîn). yên ku tên şîrovekirin, xewnên ku piranî têkiliyên wan bi bûyerên rojane tune ne.

car caran geh bo ya xwe geh bo ya dayika xwe, serî li şîroveyên xewnan ên înternetê didim. lê gelek caran bo heman têgihê him şîroveya neyînî û him jî ya erênî didin. bi vê jî tu xêra xwendinê namîne. mîsal bîska din min li maneya gayên zer ên qiloçmezin neriya. geh dibêje ya xêrê ye, geh dibêje wê bûyerên ne xweş biqewime. ka min çi jê fêm kir.*

li înternetê şîrovekarên derîslamê jî hene. lê ez bi xwe yên îslamî çêtir dibînim, herçiqas duserî bin jî.



06.06.2013 16:08 | endazer