Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 22 peyam
denozer72 - tirşik
denozer72

Navê mijarê ya ewil ev bû:72deno
(11) (1) (4)
di mijarê de bigere

17. Gelekin ku wî rexne dikin. Cihê ku bêjin xwedî li zimanê me derdikevê û bi zimanê me vîdeoyan çêdikê, radibin şexsîyeta wî rexne dikin. Wellehî gelek eyb e. Û ne hedê wa ye jî.



04.05.2020 00:39 | sarya

18. Gotina min ji xebatê wî yê ji bo fêda ziman tunêye lê bi berdan mardînî yê delalî(!) re hevpeyvînek çêkiri bû ez jê mam. Û ya duyemîn (bnr: xalê şanoger yê di vîdyoya deno de) şûnde ez ji deno bin re çûm.



04.05.2020 01:33 | rizgarm

19. car caran dibînim bi hesabên beredayî dikeve têkiliyê û wan di nav kurdan meşru dike. Gelek hêrs dibim ger wan deran dixwîne bila xwediyê wan hesabên qeşmer û berêdayî hişyar bike.

(bnr: nocontextkurd)
(bnr: mevzukürtlere)
(bnr: karikkurdi)



04.05.2020 09:56 | kajav

20. başe, jêhatiye ligor kitla xwe ji gelek şêrine, ez bawerim ya jê tê dike.



04.05.2020 22:14 | hak buddy

21. rojnameya cumhuriyetê pê re hevpeyvînek kiriye.

Here lînkê



14.06.2020 12:54 | merwano

22. Ez dikarim bêjim Qûnekê wek deno bi nanê kirdayetî ye ser pîyane, kêrê penç qurişa nayê



15.06.2020 11:22 | mele amon ra

23. deniz ozer an ji deno(z. 27ê Nîsana 1995 li Batmanê) şanoger, lîstikvan û fenomenê Kurd e.

Deniz Ozer, li kercews/batmanê ji dayîk bû. Ji ber nexweşiya wî ya dîsleksiyê Ji aliyê xwendinê ve pir zehmetî kişand. Di 12 saliya xwe de ji ber vê yekê ji dibistanê tê qewirandin. Di 18 saliya xwe de,li Stenbolê perwerdahiya şanoyê ya ewil dibîne. Piştî vê perwerdehiyê divegerê Batmanê û li vir bi navê Şanoya tov şanoyekê vedike. Nêzîkî 5 salan li vir de di gelek lîstikên şanoyê de dileyizê. Pîştre ji bo hinî teknîka eric morris bibe dîsa diçe Stenbolê. Li vir ji meltem cumbul perwerdehiyê dibîne. Di heman demê de ew û hevalên wî yê şanoger, bi navê Şa performans mala şano û hunerê vedikin. Li vir lîstikeke navdar wergerandine kurdî bi navê mîrzayê biçûk û tê lîstin. Dîsa di heman demê de bi navê ez û deno pêşaniyeke stand-up'ê tê lîstin. Di sala 2019an de li Batmanê bi navê nîsk performans şanoyeke nû vedikê. Her wekî din di rêzefîlmên sitcomê de wek Şekirok û mala minê de dileyist. Îro di rêzefîlmeke bi navê Îşev de dileyize.



11.11.2020 18:41 ~2021.05.06 17:42 | merwano


25. di bername bersiva te:




22.02.2021 11:05 | merwano

26. ma ev giran ne bû heval *
Here lînkê



25.08.2021 00:21 | heval.js