Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ji rojevê revîn - tirşik
ji rojevê revîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez bawerim ne tenê ez, gelek kes dixwaze ji vê rojeva vir û vala bireve. ji ber ku êdî ne tu hiş, ne tu hîs man ji aliyê rojevê ve. her wiha pûç e jî. yanê mixabin em li ber bombebarana rojevê ne û hin caran tu çiqas bixwazî jî tu nikarî jê birevî. lê dengek dibêje min hinek tirşikvan hene dikarin jê birevin û dermanê wê ji me vedişêrin.



werin insafê û ji me re jî bêjin: hûn çi dikin?



16.01.2016 14:12 | wiha wilo wisa

2. -bi zarokên xwe ve mijul bun

-tv û înternetê venekirin

-tez nivîsandin

Jê revîn pir zehmet e, hemu tenê hewldan in.



16.01.2016 20:50 | azadixwaz

3. rojeva rev jê tune, meriv direve jî tê meriv dibîne.. wekî wanê hindir sivnik dikin gemarê dikin binê xalîyê..



16.01.2016 22:55 ~2016.01.17 18:48 | shorbevan

4. tenê hewldanek e ji ber ku ne pêkan e. ma mirov dikare, telefona xwe, televîzyona xwe bigire û bi tu mirovan re xeber nede? heta ku we vê nekir, li kurdistan û tirkiyê ne pêkan e ku hûn ji rojevê birevin. ji ber ku rojev em bixwe ne. encam dema em xwe ji bîr bikin, dikarin rojevê jî ji bîr bikin.



17.01.2016 20:31 | simurg56

5. ez çiqas ji rojevê agahdar bibim ewqas diêşim, ewqas kerbê min tê, tijî nifira ji zaliman re dibêjîm û çi dûaya nimêjeke min nîne kû mijara dûayêt min nebe rewşa me kurda. êdî mirov tê rewşek wesa kû birya kêlîyek bi aram dike.



17.01.2016 21:03 | azad30

6. şeş meh e, ez vê tiştê dikim û bi vê armancê berê min destpê temaşekirina rêzefîlma the big bang theory kir û xelas kir, ku 9 sezon e, dawiyê min destpê game of thrones kir û nuha ez li sezona çara me, ku 5 sezon e. Aliyê din ev du sal bû, min dest bi teza xwe nedikir lê ji ber ji rojevê revîn ew jî bû helal û min ew jî xelas kir û ji bo mezun bibim hîn jî pê gelek mijûl dibim. Di navberê de min sê roman xelas kir: Tenêtiya sedsalî*, Gnole û pasewanêk le mezra*



û 5 şano û 6 fîlmê li sînema... û gerîn, heta ku tu bê bes e. gerînên bi girî û derew.



û heta ji destê min bê raketin.



ji ber ku tiştek din ji destê min nayê.



lê mere nikare ji rojevê bireve. wijdan nahêle berî her tiştî.



17.01.2016 23:13 ~23:35 | biruya hayao miyazaki

7. rojeva meriv çiqas dikaribe jê bireve başe an ewê werem, qansêr an nexweşînek din li meriv bikebe * bê henek carna ez dibînim merivên sivîl (zarok, kal,..) yên bê sûc tên kuştin ez xwe nagrim dîn dibim, dibim faşîst jibû mirovahîyê lê rev ne çareye divê rojev ji me bireve emê bi şopînin û bibêjin şaşe, bese,... xwe bi çirînin jixwe beredaye dîsa bi ya xwe dikin.. dîsa jî hewceye meriv ji rastîyê şaş nebe ti car nebe alîgirê zilmê... meriv çavê xwe bigre serê xwe bike binê qûmê jî ewê werin zixtika di merivde rakin ji rojevê agahdar bikin, niha ez jî têde mam nizanim bibêjim birevin an bibêjim nerevin* werhasil çewa xweş be wisa bikin..



17.01.2016 23:52 | shorbevan

8. Tişta ku kurd be revîna wê nemimkun e. Pirr pirr tu kare kêm bikî lê xelasbûn tune ye.



18.01.2016 23:43 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî