Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 22 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ku ji avê derkeve masî dimire?
peyamên çepikkirî

85992. Dibêjin, ku ji avê derkeve masî birca masî dimire, min bî xwe masiyek nas kir, ji avê derket û nemir. Lê gellek caran beriya avê dikir û di nav hestirên xwe yên şor de sobayî dikir. Derketina ji avê tişteke ecêb e bi rastî jî. Ihtimala mirinê jî qasê ihtimala jiyaneke xweş heye. Êdî ew ji te re ye. Biryardayîn... ka destûr bidin hebkî qala masiyê xwe bikim. Ew masiyê min î yekem bû di vê jiyana kurt de. Ez bi wî re hîn bûm, masiyek çi dixwe, çi naxwe, ji çi hez dike, ji çi hez nake, bi çi kêfxweş dibe an jî nabe. Hema bibêje her tişt. Erê rast e, yên ku dibêjin masî dimire dereweke mezin dikin. Min çavên xwe dît, nemir. Zêdetir, bi jiyana bê av bextewartir dibû. Lê ev jî rastiyeke din e ku; masiyek heta hetaye nikare bê av bimîne. An beriya avê dike divegere an jî piştî demeke venagere û xwe dikuje.

Yên ku dixwazin, bibin xwediyekî/ê masiyeke bila van rêzan xweş bixwînin. Yekem, divê masiyek birçî nemîne. Duyem, nikare bê hez kirin bisekine, divê tu herdem bi avayekî şanî bide ku tu jê hez dike. Naxwe, ê bimire. Sêyem, masî ji xwendin û nivîsandinê pir hez dikin, divê tu jî bixwîne û bi wî re hin tiştan parve bikî. Naxwe, nabe. Ev bes in, ji xwe yên din ê ber xwe çêbibin. Jiyan e, ma mêriv hînî çi nabe. Lê veqetandina ji masiyeke tişteke dijwar e. Wek ku ew namire tu jî namire lê, dil e...

Nizanim nivîsa mjn ber bi ku derê ve diçê lê divê bisekine.

Here lînkê



08.06.2013 18:10 | endazer

86050. waxta ku masî avê dertê, xwe dikuje.

ez têkilîya masîyê û avê çend caran fikirim û min gorî utopyaya xwe aha şirove kir:

masî dil e û av jî eşq e.

ku masî nav avê da be; xwe berdide nav teslîmîyeta eşqê û nav avê da jîyaneke bê hempa berdewam dike. lotika dide xwe û tu tiştek xema wî da nîne..



hema lê teslîmîyeta wî; bi esasî zîndana wî ye.

zîndaneke mîna nîkotînê.

ew masî nava zîndana esqê de ye. eşqeke çar alî,..

waxta ku avê dertê jî, bi vê sedemê xwe dikuje.

wî caxî rastîya jîyanê re ru bi ru dimîne.

gere masî avê derket, tekoşîneke mezin ava bike ji ber rastîyên jîyanê..

lê utopyaya min jî ahan vira da xwe dide qedandinê.



êêê her kesekî me aveke wî/wê û jîyaneke wî/wê heye (eşq û zindan)' a wî/wê heye.

ya hineka dureyar e û nav okyanûsekî da yara xwe digere,

ya hineka bendeyar e û okyanûsekî da hêvîdar e,

ya hineka jî nav avê de nîne. gere ew kesana, nav avê derên û rastîyên jîyanê re tekoşîna xwe biqedînin û bigîhîjine serfirazîya eşqa esasî.



26.10.2013 23:54 | endazer