Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
polîp - tirşik
polîp
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pozik goşt ku ji mukozayên organan ve çêdibe. Mîna şanik/nîşanên li ser çermê mirov dikare were tesfîrkirin.

polîp hema bêje di hemû organên ku di nava wan de valahiyek heye û ev valahî bi mukozayê pêçayî ye, peyda dibe.



Herî zêde di sîstema gastroîntestînalê de tê dîtin. Her wiha li uterus (rehîm/mlzarok), kîsika zeravê, mesane (mîzdank), poz, guh û hwd. jî çêdibe.



piraniya polîpan nexweşiyên benign in, yanî selîm in yanî bêzerar in, di eslê xwe de yanî nabin kanser. lê dîsa jî heye ku bi mezinbûna xwe an jî ji ber cihê xwe yê stratejîk, bibe sedema nexweşî û aciziyan. Weke mînak polîpek li mîzdankê, dikare riya herikîna mîzê bixetimîne, ev yek bibe sedema brhevbûna mîzê ya kronîk û ev jî bibe sedem ku gurçîkên mirov bibin hîdronefroz û di dawiyê de têk herin.



li gorî organan, polîpên wan jî diguherin û cûreyên wan hene. lê weke gelemperî em dikarin bibêjin ku polîpên adenomatoz bi talûke ne û dikarin veguherin kanserê. ev jî piranî weke sê tip tön zanin: tubuler, vîlloz û tubulovîlloz.

weke mînak, tê gotin ku zêdetirî %90ê kanserên roviyên mezin, ji ber van polîpên adenomatoz çêdibin.



gelek cûreyên din yên polîpên jî hene. li gorî organên ku lê ne, potansiyela wan ya bûna sedema kanser, diguhere lê em dikarin bêjin ku ev cûre polîp zêde zêde ne talûke ne;



- polîpên hîperplastîk

- polîpên înflamatuar (psodopolîp)

- polîpên hamartamatoz

- polîpên juvenîl

- polîpên lenfoîd



şêweya polîpan dikarin du cûre be. bidestik an jî bêdestik. Ger bidestik bin, îhtîmalek mezin bi riyên endoskopîk yanî bêyî emeliyat werin derxistin. lê ger bêdestik bin, derxistina wan him zehmet e û him jî ger polîpek bitalûke be, carina karek nîvço ye.



polîp dikarin yek bin, çend heb bin an jî weke di hinek sendroman da dikarin bi hezaran bin jî (sendroma famîlyal adenomatoz polîpozîs)



sendromên ku dikarin bibin sedema polîpan;

- sendroma famîlyal adenomatoz polîpozîs

- sendroma attenue famîlyal adenomatoz polîzîs

- sendroma gardner

- sendroma turcot

- sendroma kansera kolonê ya heredîter non-polîpozîs (sendroma lynch)

- sendroma peutz-jegher

- juvenîl polîpozîs

- norofîbromatozîs

- sendroma cowden

- sendroma cronkhite-canada

- înflamatuar polîpozîs

- lenfoîd polîpozîs

- pnomatozîs sîstoîdes întestînalîs

û hwd...





di nav van sendroman de ya herî bi talûke sendroma famîlyal adenomatoz polîpozîs e. ji ber ku di pêşerojê de %100 dibe kanser.



ji bo zêdetir agahiyan; (bnr: polîpên sîstema gastroîntestînalê)



07.05.2016 18:44 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» polîp

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî