1. bûyera ku fîyeta skorsky û qobrayan li min daye meraq kirinê ye. |
|
15.05.2016 12:24 |
bûtîmar
|
2. (bnr: yek, du, sê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh, yazdeh, dozdeh, sêzdeh. çardeh, pazdeh guummm) |
|
15.05.2016 12:26 |
gulêê
|
3. Buyera keyfa kurdan hinekî aniyî. Û gorî hinekan wê pêşeroja şerê han biguherîne. Ya bi xêr înşileh. |
|
15.05.2016 12:27 |
azadixwaz
|
4. (bnr: çima panzdeh?) zanistî û hesabê matematîk û fîzîkê.. |
|
15.05.2016 12:28 |
bûtîmar
|
5. bûyera ku li me daye nîşandan ku di planên pkkê de tiştên ku em nizanin jî hene. |
|
15.05.2016 12:42 |
simurg56
|
6. kobraya jiber hingî geriyaye hişê wê çûye û ketiye ji gotina teknik arizayê bi mantiqtire ne wisa * |
|
15.05.2016 23:10 |
shorbevan
|
7. Kobraya hatî gotin ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya nayê zanîn ji ber çi ye ketiye. Û vaye piştî derketina dîmenên wê yên ketinê derketiye holê ka çima ew pirsgirêka teknîkî lê peyda buye. |
|
15.05.2016 23:22 |
azadixwaz
|
8. kobra ket/89817 kobraya vê peyama wê divê ez di binîde nemînim* bikim vî awhayî li gorî formatê; vaye îro diroj ez serê gulanê dikim haya min ji rojevê tune û înterneta min têra temaşekirina vîdeoyan nake bira deng here patron simurg56 * bê henek berê ne wisa bû niha telefona min wekî av înternet dixwe xeta min jî nûye ez nikarim hetanî 3 meha derbazî operatorek din bibim 7 rojê 1-2 gb herwiha jixwe tirşik cîhê meriv derdê xwe lê birêje * jixwe derdê min nayê kişandin ti başbûna min tine ) |
|
15.05.2016 23:54 |
shorbevan
|
9. "Cara pêşîn e ku di temenê min de, jimartina bi kurdî ji 1ê heta 15'an bi min gelekî watedar hat" |
|
16.05.2016 09:40 |
ferhenga şikestî
|
10. bûyera bi xêra çeka bi navê manpads hatiye pêkanîn e. |
|
16.05.2016 11:13 |
xendekî
|
11. Buyera serfermandariya tirkan hê nû aşkere kirî ku 'weke ku bi fuzeyekê hatibe daxistin dixuye'. Lê gotine nayê zanîn ka çi fuze ye, bawerim dîmenên hê zelaltir bên parve kirin wê serfermandarî wê yekê jî fêhm bike. Bila ev jî ricayek me be ji pkkê. |
|
19.05.2016 21:38 |
azadixwaz
|
12. di çalakîya hpg ya 13 gulanê piştî ku helîkoptera artêşa tirk bi manpadsa gerîlay hat daxistin ev peyva ji alîyê gerilayêki li wir de hat gotin.ya ku bala min kişand yê ku ew peyva got pir sakîn bu. |
|
19.05.2016 23:36 |
texcar
|
13. buyera ku qewimandina wê hê nû ji aliyê dewletê ve hate îtiraf kirin. rewşa ku ji ber parvekirina vîdeoyên ketina kobrayê di medyaya civakî de û ji ber ku êdî herkesan ew videoyan temaşe kirin, pêwistiya virên dewletê nema. bi vî avayî neçar man ku îtiraf bikin. lê hê ne îtirafeke tam e, dibêjin ""nayê zanîn çi fuzeya fêlan û bevan". yanê encax dibe nîv îtirafek. |
|
20.05.2016 09:16 |
nazim tolhildan
|
14. kobraya sedema ketina wê derdixe holê dewleta tirk jî rojeva min di şopîne * wê vîdeoya ku têde ne hetanî sisiya, ne hetanî çara, ne hetanî pênca, hetanî pazdeh bi bîhna fireh dijimêrin û berdidinê qemçika wê qol dikin nedîtîye.. qey rastî nizanin? zanin. û zanin ku çeka wê haniye xwarê a rûsyayêye jî, jiber vira kirin gotin teyare ji arîzeyek teknîkî ketiye xwarê xwe li xişîmî datînin çavê wan lêye piçek be jî vira xwe piçûk bikin * lê nabe xwedê carek wan rezîl şandiye dinyayê * |
|
20.05.2016 22:23 |
shorbevan
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |