Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
kumreş - tirşik
kumreş
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyva cîhê kiskança tirkî digre, bi taybetî ji kesên zêde zêde kiskançre tê gotin bi taybetî ji hecî û sofiyanre tê gotin, dijbere kumsor *



30.05.2016 23:42 ~23:43 | shorbevan

2. qaranek (bnr: qarîn)



31.05.2016 00:01 | havka

3. li ger efsaneyeke hevaleke min, dibêjim efsane ji ber ku çiqas raste nizanim, dibistana seretayî de ji mamosteyê xwe re ji bo bavê xwe yê bigota "bavê min kumreş e, ji ber wê nahêle ku dêya min were civînê". lê wiha gotibû "öğretmenim benim babam karaşapkalıdır*, bu yüzden toplantıya gelmesi için anneme izin vermiyor"*

kumreş=karaşapkalı



17.06.2016 12:19 | nazim tolhildan

5. qasê ko dizanim berê rengê kuman nîşaneya hikumraniyan bûye. wek mînak kumsor nîşaneya safewiyan, kumspî ya osmaniyan, kumşîn ya ûzbekan û kumreş jî ya gurciyan bûye. bêkum jî hene ew ji terîqeta qelenderiyê ne.

lê bi piranî kumsor (kizilbaş) û kumreş (karabaş) navdar in çimkî terîqeta safewiyan piştî şêx heyder dibe du mil û dikevin keftûlefta lîstikên postnişînê*. loma ji dilsozên heyderê şiî re kumsor tê gotin û dilsozên şêx ceferê sunî re jî kumreş. dû re çima ku kumsor bi ser dikevin, kumreş dibin lenetî û di nav xelkê de bi wateyên neyînî navê wan belav dibe.

aynûr jî dibê:

“qumrîkê ez romî me belê
delalê ez romî me
kumsor û efendî me belê
kumsor û efendî me”

lê eleqeya kumsorê aynûr û yê safewiyan tuneye. kumsor û romî ango tirkê (romê) fes (kumê sor) li serê xwe kirî, ye

meseleya safewiyan, şerê navxweyî yê malbata targaryen anî bîra min. gava targaryen jî di nava xwe de lîstikên textê dilîzin, beşek ji wan li hemberî ala reş ê bi ejderhayê sor, ala sor ê bi ejderhayê reş bilind dikin û ji xwe re dibêjin blackfyre.

rengên sor û reş di romana stendhal ya bi navê “sor û reş” de jî derdikeve pêş. cilê sor nîşaneya leşkeran e, cilê reş jî nîşaneya dêrê ye.

werhasil: ji van mînakan jî diyar dibe ku reş di zêhna mirovahiyê de bûye rengê muqtedîrên kevneperest û bereksê wê rengê sor jî bûye rengê muxalîfên şoreşger.

*postnişîn ew meqam e ku tenê şêxê terîqetê vî navî hildide. ango şêxê ku li ser postê terîqetê nîşeste ye, rûniştî ye.



03.07.2020 02:40 ~03:53 | tizbîkêş

6. Hesûd, çavnebar, dexes
Di nava civakên aborî nebaş, neperwerde û xîzan an jî paşdemayî de hin pir berbelav e.
Qelaşî û xinizî jî girêdayî kumreşî ye.



25.07.2023 00:31 | çomo

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kumreş

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tekili zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî