Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 89 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; dengê meleyan
peyamên çepikkirî

90947. qewla bavê min e mixabin. hela dema li stenbolê bû, di her çaxên bangê de digot "carde zirezira vana çi ye!" piştî çend xebaran radibû, diçu destmêj bigire, çi zilam e xwedê gunehên wî bibexşîne *

edît: islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin/90961

"""divêt ji bo peyva 'zirezir'ê ev bête zanîn ku ez tenê wateya ewilî dizanîbûm

zirezir -n. 1. mê deng- 1. dengê zincîr û ristikan. 2. dengê zirêna keran. -ferheng, kurdî-kurdî, kamêran botî, weşanên do

gelî xwişk û birayan*, wele ez wateya duyem nizanîbûm. ez li apartmanan mezin bûm û wekî tê zanîn zengilê van malan li her derî hene û ser hev du lêxistina wan jî heye ku hah ez peyva zirezirê ji bo vê rewşa dengê qelebalix dizanîbûm. berdin kerê, min hîn mirîşkekî sax neditiye ku gelo dengên vana di kurdî de çawa tê gotin, nizanim.
"""



06.06.2013 16:08 | endazer

90959. Banga çi ye?

Werin salatê : bi rastî ew naçin salatê, diçin nimêj dikin; jimnastika xwe dikin û vedigerin.

Werin rizgariyê: bi rastî kesek nedîtiye ka nimêjek wisa kê rizgar kiriye.



Salat û zikat bi dehan ayetan de bi hev re tên gotin. Û bi wateya alikariya hişmendî û aborî ye.

Heger salat nimêj be, zikat jî ji 1/40 be wê qewm herhav bindest bibe.



Û ne ji tesadufê ye qewmê herî belangaz kurd in. Me selat pêk neanî em ji zanyariyê bêpar man, me zikat û nefeqe di navbera xwe de negerand hejarî bû bela serê me, ji ber vê yekê hêj kurd ji kurdistanê direvin, hêj dibin koleyên xelqê.



De baş e. Hûn guh nedin xwedê, guh bidin melayan. Lê baş bi dînê xwe bizanin. Li gor her çar mezhebên heq(!), yên ku nimêj nakin divè bên kuştin.



















26.06.2013 22:46 | simurg56

90963. (bnr: ho'î ho'î)

(bnr: zir zirr)

Meleyên dengê wan rastî jî dirûvê zirînê pêdixin lê belê ji dûrîva, ji nêvzîve ne wisaye.. ez bûme şahed ku ker ziriyaye û yekî gotîye Ezîz ellah şefaet ya Resûlelah * Herwiha ezê piştgirî nedim nivîsa sergijik û azad30 uslûba nivîsên wan nebûye.. lê ez sergijikê mafdar dibînim divê sewta melayan bê sarkirin em di kîjan demêdene divê hinek dengê azanê kêmbe jixwe yê limêjdike dikare dema limêjê zanibe bi seet û meleyên telefona.. yên mala wan bi camiyave Xwedê sebrê bide wan zarokên wan dikarin rojên pênc wext bi dengê azanê şiyarbibin û dê û bavên wan rihetî nebînin, ger kesên ne misilmanbin ji dengê vê muzîka mele rojê pênc wext eynî stran dibeje bi dengekî bilind acis bibin ne mafdarin mîrat ne remixkî ne tiştekî din..* em bicihimin herin kur hûn necihimin û nemrin hima sax û bi selamet bin ji kerema xwera di guharikande(kulaklikande) azana xwe gohdar bikin û hew.

ev jî heye xwe ji Xwedê nekin tevekê meleyan ne wisanin hinek jê dengê wan xweşe



27.10.2013 00:18 | endazer

90981. qaşokava min sond xwaribû, minê li ser baweriyê xeber nedaya..



Axta ku waxtê bangê tê, mele hemûşk dest pê dikin bang didin. Hemû eynî kêliyê de dest pê nakin. Navbera hineka da çirk hene, navbera hinaka da jî xulke. Ji ber vê sedemê jî dengê hemûşkan tevê hev dibe û meriv pê aciz dibe. Ji xwe dengê hine meleyan zehv nexwaş e.

Acizbûyîna vî dengî bawerkirin û ne nebawerkirinê ve girêdayî nîn e.

hine caran ez jî aciz dibim.

zêdetir jî banga sibê de dengê bangê û sehan tevlihev dibe dengekî nexweş dertê holê.

(Yekî ser vê bûyerê ji min re gotibû waxta ku mele bang didin, şeytan direve dikeve qûna kûçikan. Min jî gotibû malnemîrat! Çima sûcê kûçikan çî ye?) ecêb û sostet!



de neyser

Divê vê rewşê re çareserîyek were dîtin. Demekî behsa sîstemeke dîjîtal û navendî kiribûn lê nekete çalakîyê.

ku wisa bibûya yê çêtir bibûya. him hemû mizgeftan yê di bîskekî da dest pê bangê bikirana him jî yê dengekî ji wan dengan baştir di sîstemê da bar bikirana..



Bi ya min mizgeft zêdetir hene. hema tu diçî kû ji xwe mescît heye. Li her taxê da serê deh gava carekî jî mizgeft hene. mizgeftên sîstema dewleta tirk!

(heta mizgeftên kurdîstanê da jî mele propoxaniya dewletê dikin û ji bo haay lo lo filîstîne, nizanim ji bo somalîyê dûayan dikin û pereyan berhev dikin. Kuro îmansiz! di ber çavên te miletê te tê qetilkirin, şerekî qirêj di nav derîyê birayên te da ye! somalî ya çi! erê em jî bona somaliyê ber xwe dikevin. lê pêşîyê ca zilma ber derîyê xwe bibîne!)



bi ya min her taxê da şûna mizgeftekî pirtûkxaneyek hebûya yê çêtir bibûya.. kê biçûya lêkolîna xwe bikira yê bikira, kê qur ana xwe, kê awestaya xwe, kê tewrata xwe bixanda dikaribûn wira jî bixandana..

Ez bi xwe zûda neçûme camîyan û nîyeta min tinne wisa qolay qolay herim jî. her kes dikare bi mala xwe da jî îbadetên xwe bike. Idî teknolojî pêş ketiye, bernameyên bangê filan jî hene. kê samimî be dikare heta bê bangdan jî nimêja xwe bike. naa gere îllahim here mizgeftê, xelq bibîne ku nimêj dike bavo! (bnr: Şitl)

meseleya cînerekî me:

Cînarekî me berê mele bû, dibên rojekî hatîye gotîye lew ev bangdana sibeyê gelo kîngê ezê 'emeklî' bibim û jê xelas bibim! Her roj her roj di xewê radibim û têm bang didim. *



ev gotina elî şerîatî hate bîra min :

"wanê dixwînin xwandina xwe fehm nakin, wanê guhdar dikin guhdar kirina xwe fehm nakin,

li paş çi dimîne?

dengê hafiz xweş e?" (bnr:şitl)



Yanî misilman bi mislimantiyê re na; bi şiklê tiştan re îbadetê dikin. mesela banga erebkî! Qe yek jî dernayê nabêje bavo ev banga çima kurdî nehatiye zivirandin. Naa tu wisa bibêjî yê ji te re bibêjin minafiq! bicehim e ! *

Lê ka em pirs bikin bira ka tu çi jê fehm dikî? çi dibêje?

Naa ewî jî nizane çimkî şitl girîng e. her tiştek şitlekî wî heye û gere şitlê xwe dernekeve. ji xwe qur an jî di malê da darda kirîye û rûyê wê jî qilifê herî bi qalîte hatîye girtin. deh salan jî darda kirî bisekine yê bisekine. gere cîhekî bilind da were dardakirin bo zarok negîhîjinê..

zaten ku diz jî bikeve malê cîhê ku lê nenihêre qur an e ku wisa be em dikarin pereyên xwe nav rûpelên qur anê da veşêrin ooh mîss *

halbûkî merseleya heqê jinan û zewacê di qur anê da lêkolîn bike, bawerîya wî yê serobino be. na yaw dîsa jî lêpirsîn nake çimkî dijî nefsa wî ye bavo..

çimkî ew mêrê rojhilata navîn e, çimkî ew jina rojhilata navîn e. bi şitla hatine mezind kirin..

berdêê..



dengê hafiz xweş e ? *



26.10.2013 23:54 | endazer

90983. divêt ji bo peyva 'zirezir'ê ev bête zanîn ku ez tenê wateya ewilî dizanîbûm

zirezir (n. 1. ) deng 1. dengê zincîr û ristikan. 2. dengê zirêna keran. (Ferheng, Kurdî-Kurdî, Kamêran Botî, weşanên do)

gelî xwişk û birayan*, wele ez wateya duyem nizanîbûm. ez li apartmanan mezin bûm û wekî tê zanîn zengilê van malan li her derî hene û ser hev du lêxistina wan jî heye ku hah ez peyva zirezirê ji bo vê rewşa dengê qelebalix dizanîbûm. berdin kerê, min hîn mirîşkekî sax neditiye ku gelo dengên vana di kurdî de çawa tê gotin, nizanim.



06.06.2013 16:08 | endazer