Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 21 peyam
stranên kurdî yên li ser heywanan - tirşik
stranên kurdî yên li ser heywanan
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mijareke bi serê xwe heq dike, kurdan hema bêje li ser hemû heywan û heşeratên li kurdistanê dijîn û diçêrin stranek çêkiriye; şêr, mirîşk, dîk, masî, quling, qaz, werdek, çûk,qitî, kêvroşk, tajî, ker.. heywanên tên bîra min ku stran li ser wan hene.

gava dî bi navê masîko, j dengê nazdar cizîrî stranek bihîst, piştî lêgerîneke kurt li ser netê, min dît ku rotînda jî bi navê ''masîko'' stranek gotiye;

''masîko''ya ji dengê nazdar cizîrî mixbin min li ser netê nedît.



31.07.2016 01:43 | endazer

2. cu cu cu .. mirîşka nizam çik reş ê de tu kerem ke were ser hêkê *



31.07.2016 01:58 | çarçoveya bextewariyê

3. ji van stranan a herî navdar ka berxê min e.



31.07.2016 02:00 | mergehez

4. Her çiqas stran ne li ser pisîkan be jî navê wê pisîk e .



31.07.2016 02:24 | biaqila malê

5. şivan perwer: qimil



şivan di vî kilama xwe de qala qimil dike. qimil gorî ez fehm dikim cûreyekî ji mêşan e. qimil tê ser genimê kû hêj nepijiyaye û çênebûye, wî genimê dixwe û pêve dimîze...



31.07.2016 02:48 ~02:51 | zanko

6. kewa gozel, Kewê, xezal, kevokim, kîwroşk,

ciwan haco: diyalog; baz, Gurên boz, aslan

kuro/kerîm lawo çeqilmast; eşekoğlu merkeb, pisîk,

şêr û piling... niha yên hatin bîra min ev lê stranên ku gelekin wî hezrî bikin ku ku keda stranên kurdî li ser zimanê kurdî geleke..



31.07.2016 23:02 | shorbevan

7. siya şaperan - kardeş turkuler



"ez teyr im têyre tawus li ser şengalê

ez aramî dixwazim ey nêçirvano

ez baz im teyrê baz dixwazim hawarê

li zinaran hêlina min esmanî d’ramûsim

li zinaran qet natirsim ey nêçirvano

li zinaran hêlina min daxwaz bi gaz im

li zinaran qet natirsim ey nêçirvano"



31.07.2016 23:47 | simurg56

8. strana agirê jiyan, mişko jî yek ji van stranan e.



01.08.2016 00:31 | endazer

9. strana cîhan çelîk, mirîşk, yek ji van stranan e..





01.08.2016 22:29 | havka

10. strana çûko jî yek ji van strana ye, heta ji stranekî wêdetir lawij û zêmareke li ser çûkan, ku ednan dilxwaz, imad kakilo û koma teq û teq dibêje.



17.08.2016 19:20 ~22:54 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» stranên dimilî
» kurdîniya malî
» yên ku min dişopînin
» serê xwe mestir

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand muzikstrn ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî