1. kêzika ku bi simla genimde dirî an ji bêhna wê ya genîye an ji çiye nizanim genim kor dike, zirarê dide genim dibe sedema korikê |
|
31.07.2016 23:37 |
shorbevan
|
2. musa anter ji ber ku sala 1953an di quncika xwe ya di rojnameya ileri yurt de, cih dide vê strana gelêrî li ser gotinên stranê çend gotinan ji xwe lê zêde dike, di gelek rojnameyên tirk yên wî çaxî de, dibe hedef, li ser vê yekê derheqê wî de dewe vedibe û demekî di hebsê de dimîne. |
|
01.08.2016 00:50 ~00:51 |
endazer
|
3. navê çîroka navdar a (bnr: musa anter)î ye. qimil dibe sedem ku ew bê bincav kirin û bê darizandin. |
|
01.07.2020 13:17 ~13:18 |
lehî baranyan
|
4. Kêzika ku dikeve nav genim û cê hebên wan dixwin , wextê berê ewqas pir bûye û xela li milet aniye ji aliye genim ve. Hikûmetê gotiye kom bikin bînin bi pera ji xelq ew kêzikê girtiye. Ev jî gotinên sitranê: Îsal jî tene nehat qimil qimil qimilo Qimil xwar û dawî hat haho ji destê qimilo Zar û zêç tev birçî man qimil qimil qimilo Xela bi serme da hat haho ji destê qimilo Hat qimil li rojhilat qimil qimil qimilo Genim xwar û dawî hat haho ji destê qimilo Min xwestî bûk zava bin qimil qimil qimilo Qelenê bûkê der nehat haho ji destê qimilo Hemedwêrî ber bi baye qimil qimil qimilo Qimil hate bi refaye haho ji destê qimilo Tev de li genim bela bûn qimil qimil qimilo Genim xwarin ma kaye ha ho ji destê qimilo Wî lo apo lo kokimo wî de apo lo pişt xaro Wî lo apo Hemedwêrî lo ber bi baye Ê de qimil hate lo bi refaye Wî de genim xwarî lo mayi kaye Were apo wê çawa bi halê me lo feqîraye |
|
11.04.2021 13:02 ~13:04 |
navîgiranmezelîwêran
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
qonaxa cemîlpaşa [1] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |