92799. romana knut hamsun ya herî xweş e û dinav klasîkên cîhanê de yek ji klasîkên herî xweş e. despêka romanê ji roja ku min wê xwendiye ve di hişê min de maye asê. nivîskarê me yê mezin bi vê romana xwe sûretê şepirzetî, birçîtî, feqîrî û duristiyê girtiye. ew rewşa ku mirov tê de ye heta niha kesî hew qasî xweşik teswîr nekiriyê. wexta yek wê dixwênê, dihêlê ku bi tangen re li kolanên wî bajarê ecêb li kiristîanîa awel awel bigerê û pey re ku xelas bû dîsa vegerênê malê. |
|
15.06.2013 00:28 |
azadixwaz
|