Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; fahriye kara
peyamên çepikkirî

97884. (bnr: tewwab)
Heke hukm ne ji quranê ye ew ne şeriet (zagona xwedê) e. Xweda di hukma xwe de hevparî qebûl nake (el hukmu lîllah). (bnr: quran).

Heke hukm ne ji quranê ye û wek hukma xwedê tê meşandin ev mişrîkî ye, îftira li xwedê ye. Ev tewan qet nayê bexşandin. (bnr: quran)

Hêvî dikim tu ji gotina xwe ya derbarê "zagonên quranê" vegerî (tewbe), hingê xweda jî ji ceza vedigere (tewwab).



26.06.2013 22:46 | simurg56

97916. 1400 sal in sal bi sal ekoleke nû ya îslamiyetê derdikeve.
Her kom, hizb, cim'et, tarîqat heman strana dubarebûyî distrê; îslamiyeta rast a me ye!
Kes jî nebêje serê pozka min xwar e. Her kes nêrîneke cuda ji xwe re ava dike. Ji kitêbekê hezar heb tarîqat û ekol derketiye û hemî jî şîroveyên ji hev cihê ne.
Gelo ez mecbur im ku ji ber şerê wê yê teolojîk jiyana xwe di nava xirecirekê de bibihurînim?
Wexta pêxemberê vî dinî mir hê di ser cinazeya wî de şerê navxweyî yê desthilatdariyê dest pê kir. Ji xeynî ebubekir sê xelîfeyên dî hatin kuştin û ji wir heya îroj Hama bêje 1400 sal derbas bûn lê hê jî şerê wan xelas nebûye, her roj çi jin çi zar û zêç qet ferq nake hevudu dikujin, her roj êrîşî hev dikin li her axekî misilman lê ne şerek heye. Bo çi? Ji ber ku her kes dixwaze îslamiyeta xwe ya rasttir saz bike. Belê her kes! Yaw her kes! Her kes dibêje îslamiyeta min rast e. Ma em mecbur in di nava şerê we de bixeniqin? Me eleqedar nake kîja ji we rast e. Ji ber ku hûn giş kujer in



08.06.2013 14:50 | simurg56

97982. Hêja rûbar, te meseleyek anî bîra min. Di fakulteya me da zimanê xwendinê înglizî bû. Ji mamostayan herkes pesna xwe ji bo zanyariyê dida. Sê salên pêşîn me digot belkî bi rastî jî ew ehlê zanyariyê ne. Sê salên dawî em têgihan ku mebesta wan ji zanyariyê wergerandina maqaleyên înglizî bo tirkî û rapêşkirina me bû. Mebesta te jî ji lêkolînê copy/paste kirina fikrên mirovan in.
Min nedixwast dilê te bihêlim herwisa formata tirşikê aloz bikim. ji ber wê min got em bi mesajan bipeyvin. Madem te li vir nivîsand bila gotinên te bêbersiv nemînin.
Xwedê zane problemek bi min re heye yan na. Lê problema 'ehlê sinnet wel cem’ayê' wekî ji lîsanê hal yê wana dîyar e: bêaqilî ye, înkarkirina eqlê xwe ye.Ew qas alim, xews, qutub,ewliyayên ‘ehlê sinnet wel cem’atê’ hatin û çûn kesek negotî law wateya resûl “postakar” e. Nebî ew kes e ku xwedê teala têkilî pê re danîye û şexsiyeta wî kesî ye.

Hînkarê quranê xwedê ye. (Rehman 2) binêr xweda çawa resûl û nebî ji hev cuda dike.

Ahzab 30, 31, 32 hwd. Bi “ey xanimên nebî”... dest pê dike jiber ku mijar şexsiyeta mihemmedî ye. dibêje bila ew taeta “xweda û resûl” bikin. Anku jinên nebî mihemmed, misilman bi tevahî divên taeta “xwedê û resûl” bikin. Binêr resûl çi kar dike. (Maide 99)

Yusuf(ûsıv) 50: li vir peyva resul ji bo peyamhinêrê (postakar) firewnî bikar hatiye.

Neml 35: li vir dîsa peyva resûl ji bo peyamhinêrê însanekî bikar hatiye. (Melîkeya sebe)

Wel hasil resûl: ew kes e ku qet nikare peyaman biguherîne. Wexta xwedê dibêje “xweda û resûl” mebest jê quran e. Rêya veguhezîna wehyê ji xwedê bo mihemmed bo quran û dawiyê însan e. Bi vî awayî xweda ji me re û ji qewman re rebtî dike.
Niha dîsa lêkolîna xwe bike û vegere ayetên ku te ji min re xwendî, îcarê ji xwe re bixwîne.
Tu behsa gelempîrî dikî. Gelempîrî bibêje 2x2=5 e tu yê dîsa bi ya wan bikî? Tiştê ku “gelempîrî”ya mirovahiyê li ser mitebiq in, zanyarî ye. Û Di zanyariyê de rewşa 'misilman'an li ber çavan e. Wekî din însan ji tewhîdê dûr in, ji rebtiya xwedê dûr in loma li her derê kuştin û talan heye. (Enam 116).
Lêkolîna xwe berfirehtir bike lê bigere ka di quranê de ji bo fikirîn/eql kirinê çend ayet hene.
Ji te re lêkolînbaş hêja rûbar. Piştî ku te lêkolîna xwe temam kir, pêdiviya te hebe, em karin bi amûra mesaj, telefon, skypê bi hev re danûstandinê bikin û mijara “selat” û “nimêj” niqaş bikin.



26.06.2013 22:46 | simurg56