1. Nivîskar û rojnamevanekî kurd e, di sala 1972 ê de li navçeya golan a erdexan ê de ji dayik bûye. |
|
13.05.2017 22:54 ~2017.05.14 09:48 |
mîr
|
2. Wek asayiyane ango normalane mirov bi ger bi çerx dikeve û digihêje riya rastiyê, lê xuyaye zivirîna zêde û bêpîvan teraziya yekî xera dike. Pê re mirov berê xwe nikare derxîne. Wekî serxweşan dişewişe dilewlibe û bi serserkî digundire, dikeve li binê lingan. Sergêjbûn wiha ye, him ziyanê dide li dorê him jî yekî zererê dibîne. Di dawiyê de meriv dema ku hîç jê hêvî nake navê vî winda dibe, ji holê dirabe. Bi tevayî xirabî û av kolandin. Hinek tevgerîneke bihendaze û hevgirtî pêwîst e. |
|
14.05.2017 02:05 ~02:06 |
rûbar
|
3. "wekî siyasetmedaran her kesî re çavê xwe diqirpîne, texmîna min rojekî bikeve siyasetê. camêr peyî nanê xwe ye" levent gültekin/99246 |
|
18.04.2018 23:45 ~23:45 |
mîr
|
4. ev demek gelekî dirêj e ku li tirkiyê digere û konferansan û semîneran dide. li gorî îfadeya wî bixwe, wî hevalên xwe û agaşta xwe wê demê terikandiye ku rêhevalên wî di demên xwe yên herî quwet de bûn. |
|
24.06.2020 10:59 |
simurg56
|
5. Ya rastî haya min ji kurdbûna wî tine bû..Lê aliyê siyasetê ve ez wî pir naecibînim.. lewra ji min re samîmî nayê..ez vî zilame pir neşopandime.. lewra vî fikrê xwe nikarim îspat bikim ji ber ku çima ji min re samîmî nayê.. rastî, ji bo ku samîmî natiye ez lê neşopandime.. |
|
25.06.2020 06:37 |
xeletnivîs
|
6. Di her demê de ba li kû alîve biçe ew jî wek keştiyekê bi wî alîve diçe. Yanî tişteke nû nabêje. Rojnamevantiya wî gelek ne baş û xirab e! Carekî wisa sankî piçeke xwe pêşve bir û li wir sekinî an jî wî dan sekinandin. |
|
26.06.2020 01:22 |
kurdêdîjîtallo
|
7. yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt. |
|
26.06.2020 15:16 |
endazer
|
8. Îro li ser kanala xwe ya youtube'ê vîdeoyeke gelek seyr belav kiriye, tê da dibêje; kurd têne xapandin ji aliyê Israîlê û Emrîkayê ve, hedefa Îsraîlê xaka pîroz e ji bo vê jî Kurdan bikar tînin. Dema karê xwe xilas kirin, dê ji Kurdan re bêjin; me ev xak ji bo xwe rizgar kir, ne ji bo we, bimînin, gerin, keyfê bikin lê ji we re dewlet filan tuneye. |
|
13 roj berê 00:13 ~00:12 |
bayê xerbî
|
9. Kesê ku kurd e lê weke endazer jî gotiye, dikare bibe her tişt lê nikare bibe xwe. |
|
12 roj berê 10:03 |
cinorek
|
têkiliyên ensest [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |