Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; hopanî hopanî
peyamên çepikkirî

100246. yek ji lorîk û cîvanokên ji bo zarokan tê gotin e. meşhûr, li gelek herêma bi versiyonên cuda he ye. ez ê ji we re versiyonekê ji amedê bînim. roşan lezgîn berhev kiriye.





MAMIKANÊ MA RA

Hopanî hopanî
Kezîya binê banî
Kekê mi çawîş e
Çawîşê piçûk e
Jê ra hanî bûk e
Bûka Hesen beg e
Sêva ser çeleng e
Tasa min xulxulî
Kuta serê dilî
Çîk firî Mûsilî
Mûsla mîrkê xasî
Botanî kirasî
Keko bi deştê ra
Tembur bi piştê ra
Ber mala Fatê ra
Fata qulûpanî
Kete dêza danî
Go "Teyro teyro çi ye?"
Go "Baskê mi şikîye!"
Qîza Hesê Beraz
Dest avêtye şûrê taz
Meydan ji xortan ra dixwaz…

________

Vatoxe: Fikrîye Okçu
Mintiqa: Licê
Ca û wext: Diyarbekir, Payîz 2015
Amadekar: Roşan Lezgîn



07.06.2013 18:27 | brusk56