1. narîn yukler helbestvaneke xweşkok î delal e, helbestên wê jî mîna wê lihevhatî ne. îsal di pêşbirka helbestan a arjen arî de bi dosyeya xwe ya rê û rêçê liqayî xelatê hat dîtin. |
|
29.08.2017 01:57 ~2018.07.04 15:54 |
tizbîkêş
|
2. min weke vê xanimê kesek din nedîtiye ku evqas reklama xwe dike. ma helbesta meriv nizanim di kîjan antolojiya bereday de were weşandin çi ye, neyê weşandin çi ye? li profîla wê ya twitterê binêrin hûn ê fehm bikin ka ez behsa çi dikim. |
|
31.03.2018 13:40 ~2019.08.18 01:47 |
bargiran baran
|
3. şoq şoq şoq! yildiz çakar û îbrahîm seydo aydogan îddia dikin dosyeya narîn yukler a bi navê rê û rêç ku di pêşbirka helbestan a arjen arî de xelata yekemîniyê wergirtibû, ji tirkî hatiye wergerandin û wergêr jî nûdem hezex e. "Kawa Nemir, Gulîzer, Çiya Mazî, Berken Bereh û Necla Arî... Skandala xelata helbestê ya Arjîn Arî paqij bikin. Kurdiya wan helbestan gihîşt min. Aşkera ye ku ji tirkî hatine wergerandin û hûn jî pê xapiyane. Yan nekin, yan jî qenc bikin. Ez ê di demeke nêz de li ser vê meseleya Narîn Yukler û xapandina di ser kurdî re gotarekê binivîsim. Kovarên Başûrê Kurdistanê jî hatine xapandin. Spas ji Yildiz Yıldız Çakar re ku belge û agahiyên li ser vê mijarê gihandin min. Ev war bêxwedî nîne. Ez ê wan pirr biêşînim heger lêbihurînê ji milletê kurd nexwazin." Here lînkê yildiz çakar jî wiha: spoilerê veke "xanima Narîn Yukler bi helbestên xwe yên tirkî ku werdigerîne kurdî xelata Arjen Arî digre.Him lijneya pêşbirkê him jî civaka kurdî xapandiye.Ez wê şermezar dikim. Ev heqereteke mezin e ji navê Arjen Arî û kedkarên vê civakê re.." Here lînkê "Türkçe şiirlerini Kürtçeye çevirt,çevirmeni de yok sayip ismini hiç bir yerde anma, yetmedi Kürtçe şiir yarişmasina başvur, ödül alinca da kendini alameden görüp sağa sola sataş, milletin Kürtçesiyle dalga geç, bu kadar pişkinliği afişe edenleri de sosyal medyada engelle!" Here lînkê |
|
27.07.2018 14:27 ~2018.07.29 13:05 |
bijîmillah
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |