Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
genc xelîl - tirşik
genc xelîl
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. karapetê xaço dibê ;

De were lê lê were lê lê were lê lê nemayê
De piştî Genç Xelîl
Kuramê xwe nemînim li di dinyayê
De Evdal im dilê min dilekî li yane
Genc Xelîl kurapê min
Li welatê xerîban û xurbetê nexweş e
Gelekî bêhal e
Wezê rabim nivînekê, nazbalgîkî
Bavêjim berpal e
Wezê kembera pişta xwe bişkênim
Bikim nal e
Bazinê xwe bişkênim
Bikim hûr bizmar e
Wezê biskên xwe bibirim
Bikim ser kele û doxhefsar e
Gavê berê min û Genc Xelîl
Kuramê min têkeve
Welatê xerîban û xurbetê
Xelk wê nebêje
Çi siwarekî kurd e
Bê kar û bar e
Nemayê nemayê nemayê
De piştî Genc Xelîl ez nemînim li dinyayê
De were lê lê were lê lê nemayê
De werê qalî şîmşîmak in
Kuramê xwe ji xewa şîrîn rakim
Xencereke Salih Begî di ber de rakim
Wezê cîzmekî Qoserî di linga kim
Wezê ebakî Besrayî li mila kim
Serê bav û birak û der û cînar
Û gundî û maliyan tevan bînim
Bi qurban kim
Ax nemayê nemayê nemayê
De piştî Genc Xelîl ez nemînim li dinyayê
De were lê lê were lê lê
Wezê qarî şîşîna kim
Kuramê xwe di du dewa ra siwar kim
Ezê qocê seklawî bînim
Kuramê xwe lê siwar kim
Serê bav û birak û der û cînar
Û gundî û maliyan tevan bînim
Bi qurban kim
Ax nemayê nemayê nemayê



02.01.2018 23:01 | kurdokercewsî

2. nishtiman project - ghanj khalil s.z.k ûrmiye/97401



07.12.2020 13:56 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» gencikî
» xelîla

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî