Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; berhevkarî
peyamên çepikkirî

104613. li gor ferhenga folklora kurdî (hê nehatîye çapkirin) berhevkarî: karê danheva keresteyên folklorî. tr: Derleyicilik, eng: Compilation, Collection

cegerxwîn di pirtûka xwe "folklora kurdî" de dibêje: "bê gomane ko dewlemendî û mezinahîya zimana bi folklor û rewş û pergala tore, rist û nivîsarên wa ye. çi zimanê ko folklor û tore têde fireh û mezin bûne, ew ziman, zar, şîwe ji zimanên mezin têne jimartin. (...) di vê meydanê de zimanê kurdî -zarê kurmancî- gelek dewlemend û mezin û payedare. ji her nifşî helbeste, lawik, heyran, istiran, serpêhatî, çîrok û lîztik dagirtîye. (...)" r: 6

di vê behra zengînîya folklorê de karê herî muhîm berhevkarî ye, derketina qadê ye. ji ber wê divê di vî warî de perwerdehî bêne dayîn û divê mirov derkevin qadê, gund bi gund bajar bi bajar li dû gotoxan bigerin, qeyd bikin û deşîfre bikin. heta folklora me neyê berhevkirin û li nivîsê û sentaksa me neyê reşandin zimanê pirtûkên me wê her ev zarê çêkirî be.

li vir tecirbeyeka min a berhevkarîyê heye,
hûn dikarin bixwînin: çîrokên şevên dirêj [berhevkarî - 2] Here lînkê



07.06.2013 18:27 | brusk56