1. berî her tiştî zimanê xelkê îngilîzan e. lê îro ne bi tenê îngilîz bi vî zimanê qise dikin. li welatên wek amerîka, kanada û awistralyayê jî zimanê fermî ye. |
|
20.02.2018 21:01 ~2022.08.18 20:14 |
mirovekirind
|
2. îngilîziya îngilîzan pir xweş te guhê min. ew gloverkirina dengan û trîba rûyên wan pir nazik xuya dike. tu yê bibêjî qey biryarek fermî standine ku dê di nav bêjeyan de dengê r dernexin. dibêjim qey, ji ber wê ye, jê hez dikim. her wiha bi ya lêkolîneran bilêvkirina îngilîziya rastî ya amerîkayê ye. ya îngilîzan di bandora frensiyê de maye. çiqas rast çiqas derew nizanim. |
|
03.12.2019 20:45 ~20:48 |
biruya hayao miyazaki
|
3. Sepaneyek min daxistîye bi navê duolîngo. Ne xerabe. Lê lênûs û pênûs tunebe di nav kar de betale ev |
|
03.12.2019 23:58 |
rizgarm
|
4. Zimanekî navneteweyî ye. Hînbûna wî ji ya Kurdî hêsantir e. Lê divê mirov li ser wî bixebite. Ji rêzimana îngîlîzî netirsin. Ger hûn dixwazin vî zimanî baş bizanin, hînbûna rêziman girîng e. |
|
04.12.2019 00:37 |
serfirazh
|
5. zimanekî xweş û lihevhatî ye. di rêzefîlma (bnr: peaky blinders) de devokek pir ecêb û xweş tê bikaranîn. bi ya min îngîlîzî ya herî xweş ew e. |
|
04.12.2019 11:16 |
kesê ku ji kêfa re nebûye sazbend
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |