1. terîqatekî xristiyaniyê ye/bû. di navbera sedsalên 12. û 14. de ji bo parastina heciyên xiristiyanan li der û dora qûdsê hatiye avakirin. nasnameya wan bi piranî bi leşkeriyê tê pêwendîkirin ku di wê çaxê de hezaran endamên wan bûye. ji hêla aboriyê ve jî gelek xurt bûne û hin caran dest bi çêkirina rêvebiriyên xwe kirine ku ev bûye sedema dawiyê wan. ji ber ku deyndarên wan qrala fransayê, filipê çaremîn, ji bo van deynan nede wan û bi veşartî mal û milkên wan li ser xwe bike, bi papayê wê demê re peymanekî îmze dikin û papa wan aforoz dike. piştî 1312an hemû endamên li ewropayê, yên di axên katolîkan de ne, ji ber sûcên kafirtî û hevzayendîtiyê hatiye girtin û mîna cadûyan/pîrhevokan hatine şewitandin. |
|
04.03.2018 13:51 ~15:17 |
biruya hayao miyazaki
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |