Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
harûn elkî - tirşik
harûn elkî
(11) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Her çiqas bi rock ê mijul be jî,li gor fikra min akustîk û xebatên wî ye solo hîn a kêf ê dide.



09.08.2013 14:45 | felat

2. aliyê rock ve pirr serkeftiye ya herî girin stranên wî pirr bi watedar in.Mînak '' wisa ye wisa ye, bêdengiya peza ye, herkez ji bo xwe divê,îro cejna dizane''



09.08.2013 18:15 | kelha bayê

3. solîstê koma rewşen e.

dizanim ku albûma marmasî ya mirady de, albûma keft û left ya koma teq û req de, xebatên koma pel de alîkariyên wî hene.

bi hasret sarar ataman re zewicî ye, paqr zarokeke wan jî çêbûbû. çi nav lê kirin nizanim.

harun ataman, hunermendeke ku ji nçm ya edenê derketî ye.



05.01.2014 11:10 | simurg56

4. di strana xwe ya bi navê zagros de hemû cewher û potansiyela xwe ya mûzîkal radixe ber tavê.. divê vê stranê ji xwe re bike mestere û pê de here, guh nede kom û kooperatîvên mûzîkê..

ka kerem kin:



04.03.2014 05:38 | endazer

5. Wî jî dest bi tirkî kirîye.Bi navê sus sîngilek çêkiriye. Qedera muzîka kurdî ev e. Dike nake nikare pişta xwe rast bike. Sê çar salan carkê deng û terzek cuda derdikeve lê tu carî dewama wê nayê. Sedemên vê jî bi herkesî ve 'eyan e ez dibêm qey. nebûna dewletek kurdî pêşî li hemû kar û barên kurdî digre. fenanî her tiştên bi kurdî bazara muzîka kurdî jî her û her kesad e. kes ji kurdî nikare nan bixwe mixabin. loma piştî albumek ya jî du albuman, ku bi piranî kalîta wê kêm dibe, dawî li muzîka wan tê. Û kurdî dîsa di nav kirasê xwe yî arabesk û sloganîk de asê dimîne.
harun-sus




09.03.2017 23:36 | şêxê bêserî

6. solîstê koma rewşen e. hevpeyvînek daye evrenselê dibêje hazirîya çend albûman dike, yek jê kurdî yek jê tirkî. dibêje wê carek din rewşen timamî neyê cem hev lê wê car caran bi singlean xwe bidin nîşandin: Here lînkê



17.06.2018 13:21 ~15:31 | xendekî

7. stranbêjê ku duh li Amedê konserek da. konser li paskofî kafeyê bû ku dikeve diclekentê.

harûn dengekî tijî û hêvotiye. duh şev em bi dengê wî mest bûn. dor seet 9a derket ser dikê heta 12:30ê nîvê şevê ma û stra, dengê wî hîç aciz-xira nebû. vekirina konserê bi strana zagros'ê bû, dawî jî bi zagros'ê çêbû.

ji ber ku hem cejn bû hem jî reklam baş nehatibû kirin tevlîbûna konserê zehf kêm bû. li gor texmîna min dora 50 kes hatibûn.

lê performansa harûn zehf baş bû, zehf.

sibî yanî 18ê Hezîranê li Batmanê ye. jê nemînin.



17.06.2018 15:32 | xendekî

8. ji konsera wî ya îsal:



13.07.2018 00:45 | xendekî

9. gîska gerok pê ra vîdeoeyek amade kiriye,





28.07.2019 20:46 ~20:47 | gulêê

10. di hevpeyvîna xwe de ya di gel gûlsûmakê re mizgînîya albûma nû dide. min li wir jî nivîsandibû lê li vir jî dubare bikim: berî demekî pir dirêj (12-13 sal belkî) ji min re jî wisa gotibû *
lê vê carê wer xuya dike ku albûma amade ye. di hevpeyvîna xwe de parastina stranên xwe yên bi tirkî jî dike. ez bêjim di gotinên xwe de ne mafdar e, wê derew be. sedemên maqûl dibêje, lê dîsa jî em, guhdarên mûzîka bi kurdî, naxwazin stranbêjên xwe yên resen û hêja bi zimanên din re parve bikin. sedema me jî gelekî maqûl e. ji ber ku encax dema hinek tiştên xweş tenê bi kurdî peyda bibin qîmeta kurdî zêde dibe. dema alternatîfa her tişta kurdî, bi zimanên din jî hebin ew alternatîf ew a bi kurdî dikuje. neyse.. mijarekî dirêj e.

di hevpeyvînê de nizanim çima lê nehatiye pirsîn ka paşnavê xwe ji ber çi guhertîye. ji ber ku navê wî berê harun ataman bû. ji navçeya elkê ya şirnexê ye. loma paşnavê wî yê nû elkî ye belê, lê sedema guhertinê?

nû hîn bûm ku harin her wiha di desteya weşanê ya kovara ziryabê de ye jî.



04.08.2019 21:48 ~21:55 | simurg56

11. Ê ku wê roja sêşemê di saet 21.00 an de, li ser hesaba xwe ya li Instagram'ê di weşana zindî de be.
Jê nemînin. Xweş derbas dibe..
Di rojên koronayê de aktîvîteya herî baş e. Bîrayê xwe û fisteqên xwe jî bistînin ba xwe *



11.05.2020 00:35 ~00:36 | brusk56

12. Bi navê rev albumeke nû derxistiye




10.12.2020 13:27 | merwano

13. Albumekî ecêb xweş derxistiye. Ji sibê de guhdar dikim dengê wî sax bi. Bi ya min xweştirîn strana albumê ev e



10.12.2020 20:15 | biaqila malê

14. albûmek xweş derxistiye lê bi ya min ne bi qasê "pola nû" xweş e.
bi çi awayî li youtube'ê hatiye bar kirin min fêm nekir. hinek stran li ser hesaba red music official hatiye bar kirin, hinek weke "mijar"ek hatiye bar kirin. min tiştek jê fêm nekir.



14.12.2020 00:29 | brusk56

15. Ezê bo albûma nû bêjim "Here" û hew, neyê.



14.12.2020 00:33 | paşopêş

16. lehengê rocka kurdî ye. min ê bigota bavê rocka kurdî lê ew bûye nesîbê gerdenzerî. ji bo min nîvê rock mûzîka kurdî, harûn û koma wî ya berê rewşen e.
berî du mehan albûma xwe ya rev derxist. albûma ku ez bi qasê 13 salan li bendê mame. di serî de vê dibêjim da ku rexneyên min li gorî vê pîvanê werin xwendin. belê ez ê him pesna wî bidim him jî ji aliyekê din ve şîrove bikim. eger nivîsa min bixwîne, belkî ji kena zikopişto bibe lê nêrîna min ev e. nexwe em xwe bispêrin gotina "piştî ku hunermend berhema xwe weşand, êdî ew malê guhdaran/xwendevanan e" û em destpê bikin.

albûm ji aliyê red music digital ve li ser înternetê hat weşandin. tê de 10 stran hene: tirs, rev, bayê payîzê, here, reş weba, mafdar, miskin, bendik, bernadim û xengilok. ji van tenê miskin bi tirkî ye.

gotinên 8 stranan aîdê wî bixwe ne. strana xengilok ji aliyê rojhilat azad ve, bayê ayîzê ji aliyê kerem gerdenzerî ve hatiye nivîsandin. wer bawer dikim ku harun gelek rêzê digire bo gerdenzerî. çimkî di albûmên xwe yên berê de jî cî dabû stranên gerdenzerî.

ev çend heftî ne, albûmê guhdar dikim. rojên ewil hema yekcar 2 stranan bala min kişandin: rev û bernadim. ev her du stran hinek din nêzikî şêweya berê ya hunermend e. her wiha şêweya min. loma min jixwe ji roja roj de, ji van stranan hez kirin. ji bo stranên din jî min xwest hinek din guhdar bikim da ku hest û ramanên min hebkî zelal bibin. niha bi zelalî dikarim bêjim ku hemû jî xweş in.

li ser naveroka gotinan;
dikarim bibêjim ku heçko albûm tev de ji stranên ku hesta em têk çûn lê em mafdar bûn dide mirov pêk hatine. tê fêhm kirin ku di gîyana harun de gelek tişt guherîne. ew agirê geş yê berê, di dil de hê germ e lê pêta xwe wenda kiriye. serhildêrîyê cihê xwe hiştiye pozîsyonek muxalîf, bi rik û bi kîn; lê westîyayî. di gelek gotinên stranan de, ji bo van teşhîsan îşaret hene. şîroveyên min yên li jêr, ne rexneyên neyînî ne. tenê teşhîs in. gotin tev jî xweş in nexwe.

ji strana mafdar:
"Ji emrekî û wê de
Êdî pir zirav e pir tenik e
Rîya meşa mirovê jîyayî
Her levzek sivik nayê gotin
Giran giran hêdî hêdî
Heya gotin di dil de mehîyayî
Her kiryar bi sed pîvan bi tirsa heşr û mîzan
....
Ji emrekî û wê de
Êdî barê mirov giran dibe
Nirxên mirov çi qas zêdetir dibe"

ev gotin li devê harunê ciwan yê di albûmên pola nû û asê de, nayê. jixwe bi devê xwe behsa derbasbûna emrê xwe dike û dibêje êdî her gotina xwe hezar carî difikire û behsa tirsa roja qîyametê dike (tirsa heşrê) di mijara kiryarên xwe de.

ji strana here;
"Here here hindî tu çûyî
Çi hebe li ser rîya ye
Ji dûr ve çu ne xuya ye
Here çi siwar û peya yî
Nesîb her li ser pîya ye
Xêr û bêr ya rêwîya ye
"

peyva nesîb, têgehek girêdayî qederê ye. nesîp ji wan nîmetan re tê gotin ku ji nişka ve qedera me, wan derdixe pêşberî me. qey hewce ye ku bêjim rockvan bi giştî li dijî qederê ne. serhildana herî mezin, ya li dijî qederê ye. qebûla qedera xwe, qebûla têkçûnê ye fîlan. di vir de helbet ne bi van mebestan hatiye karanîn, lê ev peyv van têgehan tîne bîra mirov. tê ji yekî re bêjî "ka tu bi rê bikeve, wê nesîbê te te bibîne" tiştek din e, tu bêjî "netirse, derkeve ser rê, çi astengî derkeve pêşberî te, tê bi ser kevî" tiştekî din e.

ji strana reş weba;
"Pert û bela
Me fer mewla me fer cardin çîya
Ji sehma
Hinda keç jin hinda kal zar hêlan mirinê
Firotinê li bazarên kola
Ey hewar
Çi ferman e ji fermana giran"

stran li ser êrîşên hovane yên daîşê hatiye çêkirin. dilê mirov diperitîne bi rastî. li vir jî dîsa harun bi devê mexdûran be jî, behsa xwe avêtina bextê xwedê dike û hewaran dike. helbet normal e ku mirov ji xwedayê xwe alîkarî bixwaze. lê belê berî albûmê min bizanîya ku wê harun li ser vê meselê stranek çêbike, min ê wer texmîn kiriba ku wê behsa serhildana mezin ya gelê kurd bike. çi serkeftî be çi ne serkeftî be. lê wî tewrcîha xwe li ser wê atmosfera bêçare û şokbûyî ya gelê reben kiriye.

ji strana miskin;
"Sende zaman akıyor mu (cem te wext diherike?)
Yaraları sarıyor mu (birînên te dicebirîne?)
İçindeki derin çukur (çala kûr ya di nava te de)
Dolmuyor mu bu yormuyor mu (tije nabe, ma ev nawestîne?)
Acıların diniyor mu (êşên te dênanin?)
Bağrındaki miskin yürek (dilê miskîn yê di singa te de)
Köpek gibi korkuyor mu (weke kuçikan natirse?)
Yetmiyor mu tak etmiyor mu" (ma ne bes e, kêr negiha hestî?)

dil di sing de miskîn e, wext nabihure, birîn nacebirin, kortek din nav mirov de hîç tije nabe. tenê di hevoka dawîn de hinekî serhildêrî heye. lê dema em li çarîna dawîn dinêrin;

"Öğret nasıl yapıyorsun (hînî min bike, çawa dikî)
Bu cehennem çukurunda (li vê çala dojehê)
Can tutuşmuş yanıyorsun (agir bi te ketîye, dişewitî)
Avaz avaz susuyorsun (bi qireqîr bêdeng î)
Yetmiyor mu tak etmiyor mu (ma ne bes e, kêr negiha hestî?"

em dibînin ku tişta li pey e, ew derûnî û qabîlîyeta karîna bêdengmayînê ye li dijî têkçûn û şewata bêdawîn.

ji strana bendik;
"Her heyîn biwate ye
Û sedema encamê ye
Ev xwerist bêderge ye
Her lebatê dawîyek heye

Tu tişt ne serbixwe ye
Navberande bendik hene
Heger tu kûr hîs bikî
Bi bendan her tişt yê te ye

Guh nede nefsa gemarî
Mezêxerê sermîyanê me ye
Yek sûd maye hevparî
Hezkirin û watebarî
Ev xwerikî dawîya me ye"

tê bêjî qey harun elkî dest bi tasavvufê kiriye.
1- her tişt girêdayî hev in
2- her tişt dawîyek lê heye
3- nefsa me gemarî ye
4- divê em li pey wateyê bin û ji hev hez bikin
5- xwerikî, sadebûn asta me ya herî bilind e.
yanî li gorî vê fikra mîna vahdetî vûcudê, divê em her tiştî girêdayî hev bibînin, nefsa xwe kor bikin, ji her tiştî hez bikin, li pey sadebûnê bin û bizanin ku dawîya her tiştî mirin e. loma divê em li pey hezkirin û wateyê bin.

ji strana;
"Min evînek ji ar hilberîye
Bernadim bernadim
Bi hêrsa demê xemilandîye
Bernadim ez bernadim

Bila nemerdî para te be
Ez evîna xwe bernadim
Tu ji evînê çi fam dikî
Can dikele û tê sefandin"

yek ji stranên herî xweş yê albûmê ye. li vir belê behsa berxwedanek tê kirin. lê berxwedanek bo parastina pozîsyona xwe. heçko herkesê li derdora wî, dev ji doza berdabin û ew di enîya şer de bi tena serê xwe mabe û dîsa jî teslîm nebe.

ji strana xengilok;
"Çivîkên hêvîyan
Di gustîlê porên te da
Hêlînên bextewarîyê çêdikirin
Çavşînko çi hişk e mirin

Ka birakê te stranekê bistirê
Bila tu behsa mirinê nebe
Rabe em vegerin zaroktîya xwe
Desmalkaxezan bifiroşin "

dîsa mirin, kerixîna ji mirinan û daxwaza vegera li rojên zaroktîyê.

ji strana tirs:
"Tu di labîrenta mêr de
Li nav dîwarên bilind stûr
Çend serdem e ker î û kor
Te ne hêz e û jixwe ne rê ye

Nekeve rîya çareserîyan
Xaçepirs bi lêhb e qet rê nebû
Ev çerxa mêr e çi digire dihêre
Jîyanê jî pê re qet rê nebû"

stran li ser jinan e. lê ji ber bi hîle bûna xaçepirsê, ji jinan re gotiye, tu bêhêz î, kor î, "nekeve rîya çareserîyan" û jixwe rê jî tune ne. şûna motîvasyona hilweşîna dîwaran, bêhêvîtîyê berdide nav xwîna me.


eger stranbêjek din van stranan çêkiriba, min ê bêşîrove gelek bieciband. lê belê dema xwedîyê stranan herûn elkî be, bêguman bi stranên wî yên berê didim berhev û guherînek mezin tê de dibînim. dema ewil min li stranan guhdar dikirin, peyv, hevok û wateya bala min kişandin. lê belê min got belkî ez şaş im. lê dema li dû ketim, min dît ku di hemû stranan de şopa heman hestan heye. ji ber îhtîmala rastbûna tespîtên min, ji bo harûn xemgîn im. min dixwest tim û tim hêvîdar, serhildêr be û enerjîyek erênî belavî guhdaran bike. lê tabî ya min jî xeyal e, herkes bi demê re diguhere. hinek poşman dibin, hinek xwe difroşin, hinek ditirsin, hinek teslîm dibin û hinek jî wek harûn, bi enerjîya xwe ya mayî, li ber xwe didin.


ji aliyê mûzîkê ve;

çend stran hema bêje tenê bi gîtarê hatine gotin. di albûmê de min kêmasîya enstrûman hîs kir. ji min re sound a stranan hinekî lawaz hat. albûmên berê yên harûn, bi koma wî koma rewşen re bûn. dibêm qey sedem ev e. mûzîka koman, gelek caran ji stranbêjên tenê çêtir in. bi taybetî, li ber albûmên kevin, karanîna elektrogîtarê gelek kêm maye. di stranên kevin de, ez bawer im ji xeynî stranên were lê û demek kevnare, di hemû stranan de elektrogîtar hebû.
di albûmên kevin de pîyano hebû, bilûr hebû, saz hebû. her stranek xwedî soundek taybet bû.

wek min li jor jî gotibû, strana reş weba dilê mirov diperitîne. stran jixwe têra xwe heye, ew sekansa lavayên jin, zarok û zilaman, nahêle ku mirov stranê guhdar bike. bi rastî, dema ev beş tê, ez stranê diguherim. dilê mirov hilnagire. heta heye ku ji xwe re vê beşê jê bikim û wisa guhdar bikim êdî.

divê li vir jî dîsa bînim ziman ku ji stranên tirkî yên di albûmên kurdî de, hez nakim. çiqas xweş bin jî hez nakim û li lîsteya xwe zêde nakim. boykota wan dikim.


wek encam: albûmek xweş û serkeftî ye. hêvî dikim harun elkî hê gelek stran û albûman derxe. bê harûn rocka kurdî nabe!



15.01.2021 23:40 ~23:40 | simurg56

17. albûma wî ya dawîn rev wekê stêrkekî diçûrise di nav albûmên kurdî yên vê taliyê de. belkî ji ber heta niha rûneniştime û bi dorfirehî min sertanpê hemû albûmên wî guhdar nekirine cara ewil dema min albûm guhdar kir şok û şaşmayî bûm, devê jev ma! bi heyranî û hijmekarî min guhê xwe da her stranekî. simurg56 gotiye beriya niha 13 salan gotibû ez ê albûmekî derxînim xuyaye salên dirêj li ser albûmê xebitiye di albûmê de stranek nexweş nîne tu kîjanê derxînî cihê wê kifş dimîne. bêtir jî stranên bernadim û xengilokê min ku ji bo alan kurdî hatiye çêkirin kêfa min jê re hat.
xuya ye serwextê kurmancî ye û di warê nivîsandina gotinên stranan de pir serkeftiye. gotinên stranên wî ji gotinên klîşe yên stranên kurdî dûr in, biçekî bêhna wergera tirkî jê tê lê cehnimê, di vê xela û hişkezimaniyê de divê mirov biçeke din xweragir be û li pey bêqisûriyê nekeve.
telafûza wî ya kurmancî pir xweş e. cara ewil e dengeke ev qas nerm û nişmî bi kurmancî dibihîsim. wekê hinekan bêyî ku hewl bide bi aksana tirkî bi kurmancî biaxive, hemû ew reqî û hişkatiya kurmanciya gewr û gundewar di devê xwe de nermijandiye û kirasekê bajarî jê re lêkiriye.



22.01.2021 23:19 | endazer

18. harûn elkî bûye mevanê bernama hestû tv, jÊ bipirsin :




11.02.2021 09:53 | merwano

19. Mehek e, albûma wî ya bi navê “Rev” di rêya kargehê de lê dixim (li spotifyê). Her diçe stranên albûmê xweştir dibin.

straneke bi tirkî xistiye nav, tim derbas dibim, Naxwazim guhdarî bikim. ji xeynî wê, stran hemû bi kurmancî ne. Bi rastî her yek Pir xweş in. Albûmeke zêrîn hilberandiye.

li şûna tirkî, Xwezî straneke bi îngilîzî çêbikira û bixista vê albûmê.



17.11.2021 21:23 | mirovekirind

20. bi konserta xwe ya li îzmîrê (19.02.2022) di saloneke biçûk de konsepteke nû ceriband * me di paldanka xwe ya rehet de (nêzî 200 guhdar) bi rûniştî stranên wî yên rock bi kêf û coş guhdarî kirin. te ê bigota qey konserta muzîka klasîk a kurdî ye.

piştî du-sê stranan j'me re got "dizanim hûn her yek vîkîngek di hundirê xwe de vedişêrin, ew çi halê we yê rûniştî ye, rabin ser xwe!" piştî navbirdana bi 10 dq ya bêhnvedanê, stranên mayî me li ser lingan bi hev re got. me xwe hol kir, maske ji ber devê min qetya çû. konserteke boutique bû, zahv şîrîn bû. stranên ji albûma xwe ya dawî rev, stranên ji koma rewşen, yên koma wetan û helbet yên ciwan haco jî gotin.



21.02.2022 22:26 ~2022.02.22 23:48 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» harûn - rev

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî