Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 23 peyam
pirsgirêka berhevnekirina wêjeya devkî ya kurdî - tirşik
pirsgirêka berhevnekirina wêjeya devkî ya kurdî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tesbîtek rast û di ci de.. divê partî û rêxistinên kurd yên li bakurê kurdistanê di nav xwe de komîte an komîsyonekî ji zimanzanan pêk tê ava bikin û gund bi gund, zozan bi zozan, bajar bi bajar li çarnikarê bakurê kurdistanê bigerin û efareya jêmayiyên zimanê kurdî û folklora kurdan bikin.. tu kes nikare bi serê xwe ji heqê vê meselê de derkeve û ji xwe mesele jî bi hewldanên şexsî safî nabe.. zimanê kurdî hîn nehatiye berhevkirin hÎn gelek peyv û bêje û biwêj û gotinên pêşiyan û çîrok û stran û destan û mamik û zûgotinok û lîstok ku koda tarîxa kurdan di wan de veşartiye hene û li hêviya biservebûn û berhevbûnê ne.



10.09.2013 00:52 | endazer

2. ez ê bi otostopê li hemû gundên kurdistanê bigerim û ji xwe re çîrokên qut û gilover peyda bikim.



10.09.2013 20:31 | înano lo

3. kêmasiya ku êdî ji bo nekirinê, hêcet nemaye.

qet nebe herkes ji derdora xwe berhev bike û bi nivîskî li vir, û weke vîdeo jî youtubeê de biweşîne, bes e. êdî derfet gelekî zêde ne.



10.09.2013 22:00 | simurg56

4. ez li zanîngeha artukluyê di beşa kurdolojiyê de mamoste bûma min ê spartek dabûye hemû xwendekarên xwe bila her yek ji wan çûbûya gund û deverekî rêya dewleta tirk pê neketî çi qas berhemên folklorîk stran, çîrok û çîvanok, destan, kilam, tiştanok, biwêj, nifir, gotinên pêşiyan, peyvên di ferhengan de nehatine tomarkirin, serpêhatî filan hebin bila bi awayeke sîstematîk berhev kiribûna û bi şêweyê tezê nivîsandibûya, ji xwe xwendekarê ev spartek çêkirî nehewce ye bikeve tu ezmûn mezmûnên formalîte min ê yekser ji wê dersê bihurandibûya.



26.12.2014 04:12 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
ibrahim halil baran [1]
li twitterê bênamûsî dike. (lînk: https://twitter.com/ixbaran/status/1...
ibrahim halil baran [1]
Ji xeynî axiftina Tirkî îdeol e, zilam e zilam. Hizrên wî para gelek(%...
erdal kayayê tirkan [1]
Li gor min Erdal Kayayê tirkan Cem Yılmaz e, her çend wek erdalê me se...
tirşik forûm [1]
silav gelo kesekî bibe evîndarê gellllek kesan û bi vê rewşa xwe aciz...
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3]
(bnr: gilik sipis missi) *...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirêka peyamşandinê
» wêjeya zarokan
» kurdîya amedê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî