Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 28 peyam
    2020 - tirşik
    2020
    (3) (0) (11)
    di mijarê de bigere

    1. piştî 2019ê, wê wek dermanekî ronahiya xwe biavêje ser me. hêviyên me yên ji wê, biqasî çiyayê everestê bilind in. ew dê destvekirî be *



    2019.11.25-00:21 ~00:21]| wiha wilo wisa

    2. Sala ku ji zaroktiyê difikirîm min digot "Gelo wê salek çawa be ?" vaye hatiye û tiştekî balkêş tuneye



    2019.11.25-00:23 ~00:31]| biaqila malê

    3. Çi bibê ewê di sala 2020 a bibe ji bo min bşav(bi şertên asayî ve) dibe ku pir tişt ber bi baştiyê ve biguherin di jiyana min ya şexsî de



    2019.11.25-00:24 | seryasêdilşûşe

    4. Sala ku bawer im ji bo min gelek tiştên nû di nav xwe de dihewîne ye. Piştî 2019an hinek rihetî û aramî dixwazim.

    Ma qey zehf tişt dixwazim ?



    2019.11.25-21:30 | xelîl

    5. 2020 yanî 20+20 ew jî dixe 40. Yanî 40 dike emrê mhp. her bijî. *)))))



    2019.11.25-22:33 | kurêtirîdeus

    6. sala ku mirov dikare weke "bistbist" jÎ bilêv bike.



    2019.11.25-23:45 | brusk56

    7. Va dest pê kir.
    Ya Ellah û ya xwidê...



    2020.01.01-00:34 | gumgumok

    8. ewê jî wek 2019ê bê û derbas bibe, hêvî dikim sala nû ji bo rojava tiştên xweş bîne, dilê me li wir geş bike.



    2020.01.01-00:45 | xendekî

    9. difikirim, difikirim lê tu tişt naxwazim îlle di vê salê de pêk were. tê bêje qey bêhêvîtî ye lê na, ev tişt têgihek neyînî ye. gelek tişt jî hene ku ez bê wan birçî me lê naxwazim îlle bibin an nebûna wan ne pir kêmasî ye. xwedê xêr bike.

    -sersala te pîroz be.
    -temam.



    2020.01.01-00:54 | biruya hayao miyazaki

    10. Sala ku heb hêvîyên min jê tune ye. Û dizanim ku wê ev sal jî ji 2019an cudatir nebe.

    (bnr: sal bi sal xwezî bi par)



    2020.01.01-10:59 | xelîl

    11. Wext diherike, ne 19an nas dike ne 20an. Em îro çi bikin ew e. Li doh çi zêde bikin qenc e.
    Tevger=Jîyan



    2020.01.01-13:38 | dijberîst

    12. Salek wisa bû hema bê lome yarebbî. Mixabin em bûn şahidê bûyereke dîrokî ku salan bê behs kirin.

    Di hemû cîhanê de nexweşiyek ji vîrûsa korona ya tîpa 19 belaw bû û li gor nûçeyek ji 16 sibat 2021ê aliyê (bnr: bbc) ve hatî parvekirin; tûşbûnên wê vîrûsê gehişt 108 milyonan, û mirin jî gehişt 2.4 milyonan kesan.

    Me jî eqrebayên xwe wenda kirin lê dîsa jî çibikin, jiyan didome.



    2021.02.23-17:39 | de facto hozan

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    peyvên ku kurd nikarin bêjin [1]
    toplum. ecêbe di kurdî de ö, ü tunneye. lê ji ber ku weke tirka bipeyi...
    îtîrafên tirşikvanan [15]
    We qet diziya Xwedê kiriye?

    Ez ne diz im û kesî jî dizi...
    pêşniyarên we bo 16 salîya we [2]
    16 saliya min ango sala 2019-2020ê ji bo min saleke bêhempa bû. Pêşnîy...
    mehdî mêhvan e [1]
    Bernameya mehdî mutlu ye. Li ser kanala waar tv yê tê ...
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    Slav rojnivîsk , Wa bû hefteyek. Heft roj. Ji zimên re hêsan tê ,...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » 2020

    Kategoriyên mijarê:: cihuwar cihuwar cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî