Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
nasır usta - tirşik
nasır usta
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li amedê xwaringehek ya kebabê ye. li gorî agahiyên di malpera fermî de, nasir hoste ji bismilê ye bi salan li edenê vî karî kiriye û paşê hatiye li amedê cihek vekirîye.
xwaringeh nêzikî qada şêx seîd e. heta niha 4-5 caran çûme. xwarinên wî ne xerab in. bi kebaba edenê navdar e lê ya rast li gorî min ew kebaba w hinekî zêde bi dohn e. ji min re giran e. servîsa li ber xwarinê tê xweş û zêde ye. bi taybetî ecûna ku tîne, li ber dilê min xweş e.
dema bi kurdî diştexilim, piranî bi kurdî bersiv didin karkerên wan.



30.11.2019 15:44 | simurg56

2. xwaringehek pir pir baş e. her kurîşê hûn didinê heq dike.
serî de, kebaba adana'yê pir baş çêdike. ez gelek jê hez dikim.
weke din, xweyê wê gelekî comerd e ku, her tiştî weke îkram tîne ber we.
çig kofte, şêraniya girover*, çay bêyî hûn bipirsîn tînin.
dewê wan jî gelek xweş e.

cara ewil li dagkapı'yê vebûbû paşê li diclekent'ê jî şaxek vekir. a li diclekent'e heta êvarê tijî ye.



30.11.2019 15:57 | brusk56

3. kebabpêjê ku di tripadvisor'ê de ji 153 kesan, 146 kesan reya "bêhempa", 6 kesan reya "gelek baş e" û tenê kesekê jî reya "ji rêzê ye" daye.



30.11.2019 16:00 | brusk56

4. Xwaringeha ku kebaba wê ya edeneyê gellek xweş e. Ev e 10 sal e ez li Amedê me. Bi rastî pêşiya Nasir usta min kebebeka xweş li Amedê ne xwaribû. Dema min li edeneyê zanîngeh dixwend li wir Hasan usta hebû. Ew jî li edeneyê gellek navdar e. Piştî Hesen usta min li Amedê ta'ma kebaba Hesen usta li Nasir usta dît. Ji aliyê xurekan(meze) ve gellek dewlemend e. 7-8 çeşît xurek li ber kebabê tînin. Şîraniyê wan yên girover jî xweş in.
Zilam îşê xwe dizanê. Hem çavê mirov hem jî zikê mirov têr dikê.



30.11.2019 16:16 ~16:18 | nan û av

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» nasır usta

Kategoriyên mijarê:: xwarinmekan xwarinmekan xwarinmekan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî