Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


36 mijar û 55 peyam
chernobyl - tirşik

Rêzefîlmek ji 5 beşan pêk tê û bobelata chernobylê rasterast nîşanî temaşevanan dike....
(12 şîrove)
chernobyl
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmek efsane ye. li ser wê gelek nîqaş hatin kirin. ji aliyê sînematografîk ve gelek serkeftî ye. senaryoya wê tim meraqek xweş di hişê de dihêle.



01.12.2019 19:33 | biruya hayao miyazaki

2. Rêzefîlmek hbo ye ku di gulana 2019 an de dest pê kiriye û ji pênc beşan pêk tê. Wekî ji navê wê diyar e li ser bobelata çernobîlê ye. Wê rojê çi li wir qewimî, çawa bi seetan bi rojan gel xapandin giş nîşan kirine. Wexta mirov dîmenên rêzefîlmê û dîmenên rastîn dide ber hev heyirî dimîne çimkî tu ferq di navberê de tuneye. Her wiha lîstikvanên rêzefîlmê jî pirr şibandine kesên wan deman li medyayê derketin û ragihandinan dan. Piçekî bêhna Antî komunîzmê jê tê.



01.12.2019 19:35 | biaqila malê

3. rêzefîlmeke ku rojekî ez ê temaşe bikim



01.12.2019 22:58 | serhednişîn

4. Di nav rêzefîlmên ku min biyanî meyzandîye, li ser 10 pûana ez karim 10 pûana bidim. Di ser de jî ez karim vê jî bêjim, her çiqas rêzefîlmê Kurdî, nû bi nû van roja zêde dibin (bnr: mala min ê, Şekirok, zarên me hwd.). Lê belê ji alîyê senaryo bi kerî tiştekî nayên ( ev fikrê min ê), tenê ji ber ku bi Kurdî ne. Lê dîsa jî destên wan sax bin ;)



02.12.2019 00:01 | merwano

5. Rêzefîlmek xweş e, mirov ji dil lê dinihêre lê belê bi min sedama vî tiştî ji mijara fîlm e.



02.12.2019 13:47 | giyanstêr

6. rêzafîlma ku ji aliyê hemû kesên ku temaşe kirine ve hatiye ecibandin. herkes pesnê dide. min hê temaşe nekiriye lê êdî ferz bû.



02.12.2019 13:59 | nazim tolhildan

7. rêzefîlma ku bi min ev qas pesn dayînê heq nake.
erê gelekî pere xerc kirine, bûyerên di wê de me de hatî jiyîn û tesîrên wan gelek baş danÎne ber çavan. lê ji aliyê keyfa seyir kirinê ew qas jî ne xweş e. puana min jê re 83 ye.



02.12.2019 20:36 | brusk56

8. rêzefîlma mîna belgefîlmekê meseleya çernobîlê û tevgerên hereketa komunîst xuya kiriye. berî belgefîlmê min nizanîbû têsîra radyasyonê gîhaştibe îsweçê jî.

wekî din di wir de bi hin nîşaneyan xuya dike ku sîstema sowyetê sîstemeke xof û pûç û vala ye. jixwe ji ber wê hemû dewletên mîna van komunîstan mehkûmên tunebûnê ne.



05.01.2020 22:41 | berxweda

9. Rêzefîlmekî zehf serkeftî ye.
Kinc, senaryo, û her tiştên dî mirov ecêbmayî dihêlin.
Mirov dikare weke fîlmekî dirêj temaşe bike.
Pûanê min 10/10



06.01.2020 22:52 | gumgumok

10. dîmenek ji rêzefîlmê li ser derew û rastiyan




05.11.2020 09:48 | merwano

11. Rêzefîlmê go gava çav lê dikeve, Helebçe tê hişê mirov..



05.11.2020 22:52 | zîzo

12. Rêzefîlma ku him ji aliyê senaryo him lîstikvanî û him jî dîmenên xwe ve gelek serkeftî ye. Nemaze dîmenên mirovên laşên wan ji ber radyasyonê şewitîne û şibandina şekl û şêwaza karakterên rastî û yên rêzefîlmê ve xebatek baş derketiye holê.



05.11.2020 23:24 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» chernobyl

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî