şampaz | 2019 Nivîskar: sadiq ûskan | kurmancî | roman | 170 rûpel romana sadiq ûskan e di sala 2019ê de ji weşanxaneya wardozê der çûye. roman li ser şampazekê ku xelkê dixapîne û dişelîne, zilamekê dikeve pey e.... |
1. romana sadiq ûskan e di sala 2019ê de ji weşanên wardozê der çûye. |
|
09.01.2020 23:24 ~23:25 |
xendekî
|
2. Navê Romana Sadiq Ûskanî. ji ber ku roman li Qezê/Qoserê derbas dibe bala min kişand û min destpêkir bi rastî kêfa min hîn di serî de ji gotinên nivîskêr re hat ji ber ku bi toz û herîyê destpêkir. Ên ku dizanin jixwe dizanin wexta mirov qala qezê kir divê weke bismilayê mirov bi toz û heriyê destpê bike * |
|
18.01.2021 15:35 ~19:58 |
mefer
|
3. romana ku bi saya dîyarîkirina ferhega şikestî haya min pê çêbû. min îro dest bi xwendinê kir. hê di serî de, bala min kişand. |
|
25.08.2022 22:19 |
simurg56
|
4. romanek xweş e. gelek biwêj û gotinên pêşîyan dihewîne ku li tu ferhengan peyda nabin. min pêşîn xwest wan qeyd bikim. yek, du, sê min dît zêde zêde ye. min dev jê berda û biryar da ku carekî din tenê ji bo vî karî bixwînim û van biwêj û gotinên stranan jê derxim û li tirşik û ferhengê zêde bikim. |
|
11.12.2022 09:16 |
simurg56
|
5. Romana ku bi zimanê xwe yê folklorîk derketiye pêş. Hêj derfeta min çênebûye bixwînim. Heval behs dikin, dipesînin. Xwedê heske em ê bixwînin. |
|
12.12.2022 01:42 |
hêvî
|
6. romana ku eger li bakur saziyên kurdî têr hebûna wê xelatek ji nivîskarê wê re veqetandana. bi baweriya min hemû nivîskar, helbestvan û kurdînûs ên di tora kurmanciyê de bi vê romanê hesiyane, bi dest xistine û bi carekî de daqûrtandine. û heta dibêm hinek kesan hene ku wê danîne ber xwe û li ser hevoksazî an jî biwêjên wê û hwd xebitîne. |
|
01.09.2023 23:50 |
mirovekirind
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |