76. dema ku mijarên di rojekî de hatine vekirin zêde dibin û di rûpelekî de hilnayên yanî di çend rûpelan de tên nîşandan, ji xeynî rûpela ewil rûpelên din nayên nîşandan |
|
30.12.2013 14:57 |
endazer
|
77. ev pirgirêk herdem çênabe, erê carian weke te hatiye gotin rûpela duh tê nîşandan. wê demê bi tikandina navê tirşikê ya li jor û aliyê çepê, û paşê ji nû ve tiakndina li rûpela duyemîn, pirsgirêkê çareser dike. lê tabî divê em çareseriyek mayînde çêkin. |
|
30.12.2013 19:19 |
simurg56
|
78. eger di nav lînkekî de tîpên kurdî hebin, lînk beralî nabe.. çima? |
|
01.01.2014 19:40 |
endazer
|
79. lînkên ku tê de karakterên kurdî (karakterên derveyî latinî) hebin, nayên beralîkirin. ji ber ku eslê xwe de lînkên bi vî awayî xelet in. yanî dema werin jibergirtin, xelet tên jibergirtin. |
|
01.01.2014 20:03 |
simurg56
|
80. mobîl versiyon wê kengê bê ? |
|
31.01.2014 01:14 |
brusk56
|
81. erê xebatek ji bo mobîl versiyonê heye. ji aliyê koderek ve tê amadekirin. eslê xwe de şablona wê jî derketiye holê. lê ji ber ku ne em bixwe çêdikin lê didin çêkirin, em nikarin bibêjin ku wê vê rojê xelas bibe. |
|
31.01.2014 22:33 |
simurg56
|
82. di tirşikê de, dema mirov mijarekî vedike, sîstema tirşikê karakterên kurdî yên wekê ş û ç û ê û î û wek karakterên cuda û bi serê xwe qebûl nake.. wek nimûne; eger di databesa tirşikê de mijara şîr, hatibe vekirin, tu nikarî mijara sîrê vekî.. an eger mijara şergele vebûyî be, tu nikarî mijara şêrgeleyê vekî.. yanî tu vekî jî sîstem ji çengê te re digire û te dibe cem mijara sergeleyê, ez dibêm qey berê jî min ev pirs pirsîbû, lê min kir û nekir bi ser ve nebûm û min dît ku pirsgirêk hîn dewam dike, min go ez cardî bipirsim..?? |
|
09.02.2014 19:05 |
endazer
|
83. ez jî şaş bûm ku mijar bi navê şêrgele venedibû. divê were sererastkirin |
|
09.02.2014 19:50 |
berxweda
|
84. pirs: di tirşikê de, dema mirov mijarekî vedike, sîstema tirşikê karakterên kurdî yên wekê ş û ç û ê û î û wek karakterên cuda û bi serê xwe qebûl nake.. wek nimûne; eger di databesa tirşikê de mijara şîr, hatibe vekirin, tu nikarî mijara sîrê vekî.. an eger mijara şergele vebûyî be, tu nikarî mijara şêrgeleyê vekî.. yanî tu vekî jî sîstem ji çengê te re digire û te dibe cem mijara sergeleyê, ez dibêm qey berê jî min ev pirs pirsîbû, lê min kir û nekir bi ser ve nebûm û min dît ku pirsgirêk hîn dewam dike, min go ez cardî bipirsim..?? (endazer) |
|
09.02.2014 22:03 |
simurg56
|
85. mirov dikare nivîsên bi çend tîpan li ser dîwarê xwe binivîsin? |
|
09.02.2014 22:19 |
berxweda
|
86. (bnr: çi difikirî) |
|
09.02.2014 22:30 |
biruya hayao miyazaki
|
87. dema mirov dixwaze tegeka twitterê ya ku bi îşareta # destpê dike di tirşikê de wek mijarekÎ veke, mijareke bênav vedibe.. di bin mjarê de jî du peyamên ku berê ji aliyê du nivîskarên tirşikê ve hatine nivîsandin û paşê hatine jêbirin derdikevin pêşberî mirov, muhtemelen ji ber heman pirsgirêkê.. |
|
02.03.2014 01:15 |
endazer
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |