Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dozîneya peresanê - tirşik
dozîneya peresanê
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Berya her tiştî divê ev gotar bêyî hişmendiyên olî bê xwendin , ji ber ev gotar bi temamî zanistiye. Di vê gotarê de dê perisîna mirovan kêlî bi kêlî dê were rave kirin, de ka keremkin em destpê bikin :

Mirov ji prîmatan tên. Meymûn jî ji prîmatan tên. Lê mirov ne meymûn in. Vebira(kategorî) prîmata meymûnên bê terî ( boç, doç, dûv, qemc) û mirovan dihewîne. Mirov ji hêla afirînê de ji meymûna bêhtir, nêzî meymûnê bê terî ye. Di nava meymûnê bê terî de yê herî nêzî mirova jî şempanze ye, piştre gorîl û dawiyê jî orangutan in. Di neqeba nijada mirov û şempanzeyan de 6-7 milyon sal ciyawazî heye.
Ev zanyarî bi 3 awaya tên bi destxistin . Danberhevdana mirov û prîmata,dîtina fosîlên prîmatên ku berê jiyane û lêkolîna wan, danberhevdana dna, proteîn û molekulên din.
Li gor dozîneya darwîn mirov û meymûnên bê terî ji kalikekî hevbeş tên. Di derheqê peresanê de darwîn pirtûka bi navê " jêza(kok) celeba" di sala 1859 an de ,pirtûka bi navê " xerizandina mirov " jî di sala 1871 an de weşandiye.
Ji kalikê mirova re homînîd hatiye gotin. Yekem fosîlê homînîd di sala 1889 an de ji aliyê fîzîkzan eugene duboîs ve li girava cava hate dîtin. Piştre di sedsalên 20- 21 an de li efrîqa, asya û ewropayê bi sedan fosîl hatin dîtin. Fosîlê homînîd yê herî kevn 6-7 milyon salî ye. Ev fosîl li efrîqayê hatine dîtin bi navê sahelanthropus û orrorîn tên zanîn. ardîpîthecus celebek din yê ku 5.5 milyon sal berê li efrîqayê jiya ye. Dîsa fosîlê bi navê austropolpîthecus 4 milyon sal berê li efrîqa jiya ye û ev homînîd rawestandina wî rep(çik) bûye, eniya wî teng, serçavê wî mezin, di şibêtkê meymûna de lê diranê wî biçuk wek yê mirova bûye.
Ji homînîdên nêzî mirova re homo habîlîs tê gotin. Ev yekem celebê ku di nijada mirov de ye. Ev kes alavên pir hêsan ji kevira çêdikirin. Ji ber ku yekem celeba ev tişt kiriye, bi latînî di wateya "jêhatî" de navê habîlîs lê kirine. Ev celeb berya 2.5-1.5 milyon sal berê li efrîqa jiya bû. Piştî homo habîlîsa homo erectus derketine holê. Li efrîqayê berya 1.8 milyon sal berê hatine peresandin. Ev celeb berya 1.8 milyon sal heya 400 hezar sal berê jiya ne. Ev yekem celebê ku di navbera parzemînan de geriya ye. 1.6 milyon sal berê ji efrîqa derbasî asya û ewropa bûye û heya 250 hezar sal berê li bakûrê çîn û endonezya yê jiya ye. Piştî homo erectusa du celeb perisîn. Yek jê homo neanderthalensîs û yê din jî kalikê mirova homo sapîens e. homo neanderthalensîs berya 200 û 30 hezar salî jiya ye û nijada wî qediya ye. Fosîlê vê celebê herî dawî li spanya hetiye dîtin. 400 hezar sal berê homo erectus li homo sapîens perisî. Li gor nêrînên anatomîk mirovê modern berya 200-150 hezar sal berê li efrîqa perisî û li beşê gerdûnê yên din belav bûn. Berya 60 hezar salî li başur rojhilatê asya yê û li awustralya berya 35 hezar salî li ewropayê berî 15 hezar salî jî ji sîbîryayê mirov derbasî emerîqayê bûne.


Çavkanî: francîsco j. Ayala, ben maymun muyum, boğazîçî üniversitesi , 2013.



14.03.2020 00:03 ~16:38 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dozîneya peresanê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî