1. ne mamê lêzim e. hevserê wesîle ye. Bapîrê heşt-nehemîn re em digihin hev. Zelamek her dikene. Komîk ne komîk, lazim ne lazim her dikene. Heyna ez 13 salî rojekê ew li ser hêstira xwey pîr û spî, wek wî, ez ser pişta hêstira sor a şehmoz , bavê min ser hêstira hişîn a îranî em diçûn karwan. wê rojê hormonên bextewarîyê wek kanîbiharkan tê de diteqan çi dibû nizanim, li her tiştî dikenî, min çi digot hahaha hîhîhî dikenî. Min carekê got heçku çi heye tu hinde dikenî! Bû hîqhîqa wî dîsa. Heçku çi, nan û mast, mast û m'ena. Min hew xwe li ber kenê bêm'ena girt. Cotê pehînan li binziga hêstirê da, hefsar hejand, here şemla min haa! Hêstira sor peygurî bû, ji bezê re yeman bû, xwe girt û avêt. |
|
30.03.2020 23:58 |
hespêsor
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |