Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 71 peyam
kurdên ku her tiştî dizanin lê li ser medya civakî nizanin bibin yek - tirşik
kurdên ku her tiştî dizanin lê li ser medya civakî nizanin bibin yek
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kurdên ku dema jê bipirsî her tiştî dizanin lê li ser medya civakî nizanin yekitiyek ava bikin e.
Di bin nûçe , şîroveyên youtube , twitterê de , instagramê de , facebookê de , redditê de hema bêje hemû qadên medya civakî de ti yekitîyek tune.Em nabêjin here xwe bide dest û bide çêrran lê hema ku te şîrovek kurdî dît kerema xwe like bike qey pirr zor e.Dema ku tirkan mêzedikî dibêjî qey civîn kirine û gotina xwe kirine yek dû re hatine li ser medya civakî û qadên din de organîze tevgerên xwe dikin.Divê ev qadên medya civakî destên me kurdan de bûya û me kîjan çaxê bixwesta û me bikaribûya mîjarên xwe li wir bikira sereke.
Lê kurd çi dikin ? Diçin şîroveyan bi tirkî dikin , dibêjin em bira ne , kurd tirk wekhev e ,nikarin like ango dislike bikin.Mixabin berika wan de jî telefona baştirîn jî heye.
(bnr: şiroveyên li ser youtubê yên di bin vîdeoyên kurdan de tên kirin) , (bnr: tirkê/a ku di youtube de di bin her vîdeoyên kurdî de şîroveyên bi dijûn dinivîsê) ,(bnr: şîroveyên ku di bin nûçeyan re tên kirin)



13.04.2020 15:26 | brzn

2. Gelek rast e
Bi pirranî jî ji ruyê ol û tiştên olî wisa dibe
Gere tu kes têkiliyê ji ol û baweriya kesê neke
Baweriya herkesî jê re bese
Hewceyî şîret û aqilmendiyê nîne
Mafê kesê nîne ku baweri yan jî bêbaweriya kesî biçûk bixîne
bi tenê ji ber ku em kurdin em li vêderê hatine ba hev
Ji xeyrî kurd, Kurdî û tiştên Kurdistanî tu tiştek ne di gumana min de ye û ez bawerim hemû tirşikvan jî ji wê bûnê li vêderin

Lê li ser medyayên civakî meriv dibîne ku hin kurdên reben, bi hêsanî tên xapandin û baweriya wan bi peyv û derewên rom û ereban tê, bera bawer dikin ku wê rom û Faris û Ereb dev ji xwe berdin, bi Kurdan re li ser ol bibin yek. Ev xapînok sed sale mala Kurdan xirab dike.
Lê êdî pirê Kurdan jî dibînin ku Xilasî bi tenê di yekîtiya li ser kurdayetiyê de ye. Ev jî pêşketineke hêja ye.



13.04.2020 21:23 | afa

3. tespîtek rast e. lê kêmasîya kurdan ne tenê yekîtî lê her wiha hejmar e jî. hejmara tirkan li ser înternetê gelek gelek zêde ye. heta li gorî nifûsa xwe jî zêde ye. bikaranîna sosyal medyayê li tirkiyê ji gelek dewletan zêdetir e.

wê rojê di binê mijara lîstikên mobilê yên bi kurdî de yekê 2 lîstik lîste kiribû. yek ji wan jî lîstikek bi navê Nobulous. ji bo ku bicribînim ka kurdîya wê çawa ye, min lîstikê daxist. bi rastî jî di vebijêrkan de kurdî hebû lê min kir nekir zimanê lîstikê neguherî.
axir, li lîstikê germ bûm. ku ya rast ez hema bêje qet lîstikên telefonan nalîzim. di vê lîstikê de herkes gerstêrek e ku reqîbê hev e. divê tu yên din bixwî û wilo wilo mezin bibî. min jî tabî navê xwe kir kurdistan. çawa ku vî navî li xwe dikim, çend tirk di lîstikê de kom dibin û bi hev re êrîş dikin. min 1-2 caran ji xwe re hevalên kurd jî dîtin ya rastî lê tirk tim û tim hene.



13.04.2020 21:37 ~21:37 | simurg56

4. (bnr: agar.io) lîstiyek yek ji wan e ku simurg56 li ser sepanek ceribandiye ye.Hûn jî ku qet polîtîk nebin û dikarin biçine http://agar.io bibine kesek e apohez jê derkevin



13.04.2020 22:27 | brzn

5. yaw ma hûn ne qala wan kurdên tu tiştî nizanin û ji hemûkesê bêhtir diaxivin dikin? Kurdê ji hişmendîya yekîtîyê dûr prof be çî ye nebe çî ye? yanî zanyarîyên xwe jî (ger tiştek wisa hebe tabî) ji bo egoya xwe bi kar tînin



13.04.2020 23:02 ~23:02 | soryazyus

6. Xwezî tenê li ser medya civakî bibûya. Di rastîya jiyana Kurdan ji xwe ev e. Ji hev re xayîntî ji hev du re hovitî heta îro hatîye û hêj jî didome. ji xelkê re yar in ji hev re gur û mar in

Xwedê gu xistîye li ser bêaqila. Kurd vê rewşa xwe a bindestî de jî nikare bibe yek. Yaw tu bindest î! Niqaş û gotûbêjên partî, ol, nizanim çi fikrên beredayî, dev ji wan tiştên ku tenê zirar didin me berdin, berdin, berdin. Tenê ji bindestî ra rizgarî ji netewa xwe re azadî bifikire. Bi vê fikrê bimeşe, tevbigere.

Di vê rewşê de gotina demokrasî Ji bo kurdan tenê xapîn e. Di fikra min de rêya azadîya kurdan ev e. SErokek dîktator. Heta ku em li ser lingê xwe bisekinin. Pêşewayek netewperwer û dîkta ji bo me teqez pêwîst e.



13.04.2020 23:23 | kajav

7. Kurd li ser medyayê bibin yek çi dibe nebin yek çi dibe.
Kesên ku sosyal medyayê bi kar tînin, bandor û hêz û quweta sosyal medyayê di hêşê xwe de pirr mezin dikin. Çimkî ji xwe re derûdoreke lokal ava dikin û dibêjin qey her kes mîna wan in.
Lê li Kurdistanê, di destê nîvê nifûsa kurdan de hê Jî telefonên bi tûş hene.
Kurdî ji bo kurdan hebûn e. Silametiya kurdî jî girêdayî dewleteke azad e. Bi yekbûna li ser sosyal medyayê dê dewlet ava be?
Her kes dizane tu feydeya siyasî û civakî ya vê yekbûna boş û betal tune ye lê em çi bikin ciwan in dixwazin xwe tatmîn bikin û deşarj bibin



14.04.2020 22:13 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
çîrokên tirsank ên kurdî [1]
Ev çîrok piranî gotinkî ne, hatibin nivîsîn jî heta niha lê rast nehat...
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
paşeroj û pêşeroj [2]
nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata /1...
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên henîfî
» her nexweşek divê bi pincar û giyayên welatê xwe were dermankirin
» tiştîr
» lê bigere
» serbejêr
» medyaya civakî
» bibin arîkar ji bo pêşxistina
» yek mûmik, du mûmik, sê mûmik, çar mûmik çarde mûmik

Kategoriyên mijarê:: malper malper malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî