Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; extraction
peyamên çepikkirî

122220. heke mirovek rabe ji bo aksîyonê vê fîlmê daxe, wê hîç poşman nebe. ji vî alî ve temaşevan ser derzî û striyan dide rûniştin, hêcan û meraq jê kêm nabe. tenê du sehneyan de sekanî heye lê, bila hewqas jî hebe. werhasil mîna avê diherike. lê ji aliyê mijarê ve tu orîjînalîteya wê tuneye. ji xwe êdî di fîlm û roman û çîrokan de giringî ne di mijarê de ye, şêwe û rêbaz yên giring in ku wekî min got heqê şêweyê dane.

mêrikê me yê sereke, chris hemsworthte, wekî xortê revandî got, naşibe tyler-an lê bradpitî li wî heye. ew di sehneya giriyê de çi xweş girî law, dilê min bijiya. bi rastî jî çavên wê yên giriyê ne. hêviya min ew e ku em wî di fîlmên tijedram û tijetrajediyan de bibînin, bila hêsir û rondikan ji çavên wî yên şînik bibarin û em jî pê re bigirîn. xweş digirî werhasil. mirov ecêb dimîne ku hema carek be jî derhênerî sehneyeke seksê nekiriye nav mijarê. ne ku meraqdarê vî tiştî me, malum di sînemayên amerîkayê de -gelek caran ya azad jî tê de, bi prensîba "seks her car dide firotin" tev didin. mînakek bo vê prensîbê: enemy at the gates/122361 belkî jî ji ber prensîbên farahani?

golshifteh farahani? heqet çima di vê fîlmê de lîstiye? qey xwestiye di hollywoodê de cih bigire yan na tu maneya wê rola wê tuneye. ne karaktera wê karakter e, ne jî di honakê de cihekî wê yê "lîst-avakarî" heye. erê di sehneyên dawî de sniper-iya wê xweş bû lê, di fîlma du saetî de du sê deqe? pênç? qey derhêner û senarîst serên xwe dane hev û gotine eyb e û di dawiya fîlmê de dilê temaşevanan bi rola wê dane rehetkirin.

her wiha.

mirov fêm dike ku hevalekî serhedî wergera fîlmê amade kiriye. destên @brzn sax bin, xweş wergerandiye. mirov bi kurdiya wî ya herikbar bêhnteng nabe, bi hêsanî motîveyî fîlmê dibe. lê hin tiştin neyînî jî hebûn. wekî "xeberda" di pir cihan de pevre bûn. herwiha di gelek cihan de qertafa kopulayê (e, ye) pevre hiştibû. dîsa, belkî ev tenê ji bo min derbasdar e, kesên din nizanim lê, dema replîk bi herfa girdek nehatibe nivîsîn, çavên min çend salîseyên xwe yên giring li wir xerc dike * ku ji xwe replîkek qasî 3-5 saniye li dîmenderê dimîne. ev edetekî pîs e. * her wiha bila her tim wergeran bike ku em ji kurdiya wî ya xweş mehrûm nemînin. her bijî.



06.06.2013 16:08 | endazer

122502. dişibe fîlmên tarkan. leşkerekî Amerîkî dikeve nav kolanên Hindistanê bi hezaran leşker û polîsan dikuje; ji bo zarokekî rizgar bike. lê ferqa wê ji fîlmên tarkan ew e: di dawîya fîlmên tarkan de tarkan namire û bi ser dikeve, lê di vê fîlmê de lehengê me dimire û bi ser dikeve.

wergera brzn baş bû, seeta wî xweş. wek biruya hayao miyazaki gotî çend kêmasîyên piçûk hebûn, lê ew jî ne ewqas arîşe bûn. destxweşîyê lê dikim.

nîşe: min bi xêra koma @fimenkurdi ku hevalan li ser telegramê ava kirine darî fîlmê kir. ew jî imkanek xweş e, hewce nake mirov fîlmê û jêrenivisê daxe filan bêvan, hema amade ye.



07.06.2013 18:27 | brusk56