1. mixabin 1- pêşî gere meriv bivê ku piraniya dê û bavên kurdan zêde ji zarokên xwe hez nakin yan jî nizanin ji wan hez bikin. û bi piranî hezkirina dê ji ya bavê zêdetire. ez bawerim meriv dikare çend tiştan ji bo vî awayî bêje: dibe ji ber ku zû û pirê caran bê evîndarî, bi daxwaza dê û bavên xwe dizewicin, zarokên ku ji wê zewacê çÊdibin ji wan re şêrîn nayên. hebe ku ji derd û kulên dinyayê, ji tunebûn, ji bindestî û hwd kêysa wan çênebe ji bo hezkirina zar û zêçan. ya dawî jî dibe ji ber ku bi hêsanî dibin xwediyê zarokan, yanê zû dizewicin û zarok zû çêdibin, ji wanra bêqîmet bin. ji ber van tiştan, dê û bav gelek caran ne tenê tiştek nakin ji bo zarokên xwe, di ser de li benda zarokên xwe nin ku mezin bibin û li wan binihêrin. tiştekî gelek ecêbe. |
|
30.04.2020 03:04 |
afa
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |