Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 8 peyam
bûyera haymarket - tirşik
bûyera haymarket
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bûyera rê li ber derketina yekê gulanê vekiriye. Bûyera ku piştî grevên di yekê gulana 1886'an de li Louisville, Kentucky a dye despêkirî dîsa li wî bajarî di 4ê gulanê li qada haymarket pêkhatîye. Di 1ê Gulana 1886'an de Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Emerîka li Chicago Yekê Gulanê wek roja grevê û sepandina 8 seet kar ragihand.

Ji nîv mîlyon zêdetir karker beşdarî xwepêşandan û grevên 1ê gulana 1886'an bûn. Di dîroka emrîka û cîhanê de yek ji rojên piştgirîya navnetewî herî bilind bûyî ye. Li louisville ji 6 hezaran zêdetir karkerên reş û spî bihevre meşîyan. Wê demê parkên vî bajarî li reşikan qedexe bû. Piştî meş bidawî bû karker bihevre ketin 'parka netewî'.

Grev û xwepêşandan piştî yekê gulanê nesekinîn. Gelek karker 3yê gulanê jî derketin qadan. Karkerên ji kargeha mccormick hatîn avêtin jî kombûn. ber bi dawîya mîtîngê ve polîsan gulle berdan karkeran. 4 karker hat kuştin, gelek jê birîndar bûn.

Ji bo vê êrîşê şermezar bikin 4ê gulanê li qada haymarket çalakîyek hat li darxistin. Ber bi belavbûna çalakvanan, bombeyek ji alîyek nediyar ve hat avêtin li pêşîya polîsan teqiya. 7 polîs mirin, 69 birîndar bûn. Piştî vê bûyerê Bi sedan karker hatin binçav kirin, 8 ji wan bo îdamê bijartin.

Di komcivîna enternasyonala duyemîn a 1889'an de bi pêşniyara nûnerek karkeran biryar hat dayîn ku 1ê gulanê li tevahîya cîhanê wek roja yekitî, têkoşîn û piştgirîyê bêt pîroz kirin.



30.04.2020 22:21 ~22:22 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûyera du saîdan

Kategoriyên mijarê:: nuce felsefe dirok nuce felsefe dirok nuce felsefe dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî