Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
li deşta tirşikê îro - tirşik
li deşta tirşikê îro
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. taybetiyeka tirşikê ya teze ye.
weke timeline a sepanên sosyal medyayê xûya dike.
herî dawî kê li ser tirşikê çi kiriye yek bi yek rêz dibin. bi wê halê profîlên tirşikvanan pêş dikevin.
bi rastî jî tirşik her ku diçe dibe medyaya civakî.



12.05.2020 07:17 | cinorek

2. ji bo tirşikvanan belkî xweş be lê ji bo mehvanan bawer nakim dîmenek xweş be. dema ji kombersê dikevim ferhengê di nêva malperê de deşta tirşikê dibînim ku radigihine ka îro kê çi kirye. em li vir wek cem cemeetek biçûk hevdû nasdikin belkî bixwazin haya me ji tevgerên tirşikvana hebe lê ji bo herkesê belkî ev deşt ne cihê geştê be. wekî berê mijarên kevnî di serî de ba baştir dibû. heger rojev bala mehvanek, nivîskarek nekşîne da mijarên kevnî wê/wî di malperê de bihêle.



12.05.2020 15:19 | hespêsor

3. Carnan bo parvekirina vîdyo û wêneyan , dîtina fîlm û pirtûkan jî.Lê ji bo kesek nû pergal dibe tevlihev bixûyê.
Yên berê dizanin li vir çawa ye lê yên nû wê tevêhev bikin ji bo vekirina mîjaran û rojanekirina rewşa derûnî.



12.05.2020 23:38 | brzn

4. Fonksîyona tirşikê ya nû ye. Li vir hemû tevger û kiryarên nivîskara û erê kirina çomezan dixuye. Lê kêfa min jê re nehat . Fermîyeta tirşikê diherime û dişibe tiwîtirê filan. Ez bawerim piştî çendakî ewê were rakirin an weha hêvî dikim.



13.05.2020 00:30 | tîrêj zana 21

5. Bi min jî tişteke nelazim e. Têra xwe mecrayên sosyal medyayê hene ji xwe tirşik bi vî halê xwe hem nikare hem jî hewce nake ji wan re bibe alternatîf. Wekê berê divê li beşa zindî bimîne û heçî nivîskarên li ber dora tenûra tirşikê li pey kurtepistiyan e dikarin ji wir bişopînin.
Tirşik divê hemû bal û konsantrasyona xwe bide ser geşkirina ferhenga xwe ya înteraktîv. Taybetiyên din divê tenê wek opsiyon bimînin.



13.05.2020 01:20 | endazer

6. taybetiyeke bê feyde û pûç û vala ye. beriya vê dema diketim tirşikê li rastê peyamên kevn, nivîs û nivîskarên baş û nîqaşên çê dihatim. lê niha hew tiştên beredayî royê li ber mêriv dibin.



13.05.2020 01:36 | xeyda

7. ji bo dengdayîn û li ser tirşikê zêdekirina fîlm û pirtûkan wekî reklamek bû. Ez bawer im gelek tirşikvan nû bi van tiştan hesiyan. Jixwe yê ku têketin nekirî nikarin bibînin. Min fikrê xwe guherand * Bi ya min bila wisa bimîne.



13.05.2020 03:10 ~16:07 | kajav

8. di eslê xwe de ne bi wê armancê hat çêkirin ku bibe wek twitterê fîlan. tekane tişta ku ev beş dike ew e ku hemû beşên tirşikê bi hev û din girê dide û li me dide zanîn ku di beşên din de çi diqewimin. berê jî di beşa zindî de heman tişt dihatin ragihandin lê him haya gelek kesan ji wê beşê tunebû, him jî di wir de tenê digot fîlan kes vê fîlmê bar kir, lê agahîyên fîlmê nedihat nîşandan. niha agahîyên fîlmê tên nîşandan û mirov dikare dîrekt ji wir pûanê jî bidiyê. heman tişt ji bo pirtûkan jî wisa ye. mesela digot fîlankes rewşa xwe ya derûnî guherî, lê ji bo ku mirov vê guherînê bibîne, divîyabû here profîla wî nivîskarî. lê niha mirov rasterast dikare naveroka wan jî bibîne.
ya rast, li gorî min beşên din yên tirşikê jî gelek girîng in. belkî bi vî awayî, lêzêdekirina pirtûk/fîlman, barkirina wêneyên dîrokî/taybet û hwd. were bîra nivîskaran.

niha peyamên wek fîlan nivîskarî wêneyek bar kir, derdikeve. ev ne parvekirinên wek twitterê ye. dema nivîskarek wêneyek li beşa tirşikê ya caps'an bar bike, ev peyam otomatîk derdikeve. tenê guhertina rewşa derûnî, dikare wek parvekirinên medyaya sosyal were dîtin.

ji alîyê din ve, belkî bi vî awayî haya mêvanan jî ji beşên din çêbe.

em dikarin vê yekê li eyarên profîla tirşikvanan zêde bikin. heçîyê dixwaze dikare vê taybetîyê bigire û êdî nebîne.



13.05.2020 15:54 ~15:55 | simurg56

9. bi min deşta nû tiştekî kêrhatî ye. çawa ku mijarên dawî/nû li hêla çepê tên ser hevûdin, pêdivî heye ku çalakiyên dawî/nû yên beşên fîlm û pirtûk û caps û rewşa derûnî hwd jî were rêzkirin. erê berê hebû lê bişkoka zindî terikandî bû. rewşa derûnî jî jê bêhtir dûrî çavan bû. lê madem hene, çima metrûk in?

tirşik malpereke medyaya civakî ye û alternatîfek bo yên heyî ye. ne tenê alternatîfa ekşi sozlukê ye, her wiha facebook û twitterê ye jî. bi ser de alternatîfa wîkîferhengê an jî soundcloudê ye jî. dema ku beşên "radyo, ferheng, fîlm, pirtûk" hatin lêzêdekirin, ji xwe dev ji tenê ferhengbûnê berdabû. li aliyê din ka li van mijaran binêrin:

stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin,
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin,
fîlmên ku nivîskarên tirşikê vê dawiyê darî kirine
bajarên ku niha tirşikvan lê dijîn
rojnivîska tirşikvanan
û hezarin din wd.

ji xêncî twitterê û facebookê kî, li kû van agahiyan parve dike? bi rastî ji hêla ferhenga-înteraktîfê çi qîmeta van mijaran bi înterkatîfiyê heye? ew tenê "instant" in, çima li tirşikê ne? ji ber ku tirşik mîkroblogek e.

li vir têgihên ferhenga-înteraktîf û mîkroblog dikevin nav hev, ku bi min baş in. îcar divê vê bê zanîn: 10 tirşikvan online bin. 5 ji wan ditirşikînin. ji yên mayî hinin fîlm bar dikin, hinin pirtûk bar dikin hinin jî puanan dinin wan, hinin li rewşa derûnî dinivîsînin, bêyî ku ditirşikînin.

niha ew hêla çepê viya rê mêvanan dide: îro hinin tirşikvan li hinin mijaran peyam parve kirine. beşa deştê jî ev e: hinin tirşikvan li beşa fîlmê, li beşa pirtûkê li beşa capsê û li beşa rewşa derûniyê çalakî pêk anîne.

bi min ev dîmen pir xweş e. ji ber ku bi hemû beşên xwe re roja tirşik.netê dide berçavan.

ha, heke mesele cihê wê be... belkî li hêla rastê li bin dengdanên dawî bi cih bibe, wê xweştir bibe. ji ber ku pêşkêşkirina mijarên têr-çepik jî çavkaniyek giring e bo balkişandinê ber tirşikandinê.

ez ê teklîfê zêde bikim: çima kul û derd jî nakevin deştê?* [çiqas pere be bila bixwaze ez ê tapuya wê beşê ji simurg bikirim]

her wiha. ka ez herim anne with an eyê temaşe bikim û bextewar bim.*



13.05.2020 19:15 ~19:22 | biruya hayao miyazaki

10. Wan rojên dawî li vê deştê tiştên ecêb diqewimin.
Dengê şoreşekê tê.
#occupy_tirşik



17.10.2020 08:10 | cinorek

11. Deşta tirşikê dê bibe wek çiyayên kurdistanê stargeh bo berxwedanvanên şoreşger. Ji nêz ve tep-repa lingê wan tê û tirs û xofê dixe dilê zilmkar, faşîst û dîktatorên tirşikê. Ev bêdengî û veşartin wê bi dawî were!



17.10.2020 14:45 | tîrêj zana 21


13. rojanekirin: êdî dema tirşikvanek stranek li radyoya tirşikê zêde bike, di vê beşê de ev yek tê ragihandin. di vê ragihandinê de mirov dikare li navê stranê bitikîne û dîrekt li stranê jî guhdar bike.



11.05.2021 11:18 | simurg56

14. 2 hev peyam li ev der hebû, tekiladarîya sampiyonbûna beşiktaş bû. Lê jê bûye.
Gelo hueyn bûye moderator?



15.05.2021 22:54 | heval.js

15. Tiştên xirab çêbûne.
Ez meraq dikim Dadgeha Tirşikê dê çawa mudaxeleyî rewşê bike?



12.10.2023 04:31 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» deşta erzirom-qersê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» îro diya min miriye. belkî jî doh, nizanim

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî