Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 83 peyam
klîşeyên helbestên helbestvanên ji bakurê kurdistanê - tirşik
klîşeyên helbestên helbestvanên ji bakurê kurdistanê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 1.XWe di nava belaxatake(retorîk) beloq,musrif de fetisandiye.

2.helbestê gelek caran ser milê rebênê alîteresyonê,hûnadina qafiyeyê ava dike.

3.di nav dest û lepê ziyayê anarkoik de pelîxiye.

4.ji hêrseke mafdarî,xwebaweriyeke bêminetê pêtir dispêre mexduriyeteke çavşolî,belangaziyekî tund,destdirejiyeke devbigilêz,daxwazeke stûşikestî.

5.Haya wî dema nûha tune li zarokatiya xwe eliqiye di nav şekirê eydê, cejna remzanê de her tim badanaş dike

6.girtiyê, xwe neda dest her tim vedişêre û ji xwe ji herkesî direve mutemadiyen qaçaxe.

7.organîk nîne çekiriye xweş dixûyê lê xav û bê tehme kronik kundire.

8.helbestvan di helbasta xwe yekemîn de li ser helbestê dinivîse hewqas xwedî tecrubeye.

9.weke wenêyên razberî divê ez çiqas nayêm femkrim hewqas ezê baş bim, lê mixabin bi xwe de rîtiye



27.09.2013 22:32 | tivirloismail

2. ji bo xala dûyemîn fewzî bîlge xweş minake

Hin helbestên fatma savcî ji xale sêyemîn re qutekî guncane



28.09.2013 23:36 | tivirloismail

3. Peyvên wek "dil", "evîn", "şev", "tu", "çavên te", "neçe", "mirin", "welat" û "hez dikim" jê derkevin, helbesta bakur namîne. çiqas sade ye ne wisa?



06.10.2013 00:31 | terkexem

4. peyvên bi''îstan'' : şevistan, çolistan, kafirîstan, kerrafîstan û ...îstan.



18.02.2014 03:50 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» klîşeyên helbestên helbestvanên ji bakurê kurdistanê
» helbestên ebdulla goran
» helbestvanên ku divê helbesta naxwênin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî