Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 32 peyam
hinek henek - tirşik
hinek henek
(16) (0) (1)
di mijarê de bigere

20. Bernameya pêkenînê ku vê şeva sersalê li ser youtubeyê bernameya xwe ya taybet a sersalê bi nîşandana ewil xiste weşanê. Weke zindî 1500 kes lê darî dikirin. Bi ketina sala nû bername bidawî bû. Cara yekem bername, bîneran vexwandibû holê û bi rastî ev atmosferek xweş ava kiribû. Gelek hunermend û lîstikvanên mêvan hebûn.

Bi rastî vaye du sale li tirşikê dinivîsim û ji wê dema ku min dest bi nivîsandinê kiriye, civata kurdewarî dişopînim. Piştî du salan îşev min fêm kir ez jî bûme parçeyek jê. Herçî derkete li ser dikê û heya hinek ji bîneran jî bi min nas dihatin. Lîstikvanên mêvan ekîba rêzefîlma amator îşev bû. Deno bi nasnav denîz ozer, baqî bi nasnav erdal kaya û bahoz di skeçan de rola xwe lîstin. Weke hunermend mehmet atli û Rûken yilmaz jî stranên xwe gotin. Kesekî bi navê ronî artîn jî hat lê nizanim wî têxim kîjan beşê, stranên rap digote. Li rêzika pêşî fenomenê navdar resûl bafeyî û gernas nenas hebûn.

Dîsa wekî klasîk skêça apê şêro hebû ku ez ji bo wî li vê bernameyê darî dikim lîste. Lê ev skeç hinekî li gor yên berê polîtîktir bû. Çend cara gotina çiyagerê fermandarê sûrê hate gotin û gelek caran derb li yekitiya gel û aşitiyê hat xistin. Hebûna bîneran kêfxweşiyek cûda beşdarî skeçê kir û gelek xweş derbas bû. Bîner jî ji henekan fêm dikirin û reaksiyonek baş didan. Lê belê dîsa bala min kişand û wekî çend roj berê min gotibû medyayek kurdan tuneye ku rojevek ji kurdan re saz bike. Ji loma ji sedî nodê mijaran meseleyên tirkiyê bûn. Bihayiya jiyanê, zema kel û pelan, roportajên kuçan yên ku temenmezinên akpyî û ciwanên muxalîf pevdiçin û bihîstokan dixin dernî hevdû.


Axirkelam, îsal ez bi vê bernameyê ketim sala nû. Min hest kir ku hêdî hêdî bingeha netewî saz dibeû heya astekê jî cihê xwe girtiye. Şîroveyên li ser youtubeyê zindî bûn. Tim bîner bi hev re di têkiliyê de bûn. Min mala xwe xera kir û înternet bi xweva nehişt. De înterneta kî têrê dikê vaye bername li jêr e.






01.01.2022 00:54 | tîrêj zana 21

21. Bangawaziyek li bînerên xwe kiriye ku text û metnên li ber destên wan kêm in û ji loma herçî pê dibe bila skeç, metin an buyerên komîk, pêkenî yên tên serê wan derbasî nivîsê bikin û ji wan re bişînin. Ger skeç were hilbijartin wê pereyek sembolîk jî were dayîn.

Here lînkê

Maîla wan: hinekhenek@gmail.com


Nîşe: niza merev peyamên xurufî yên li ser têkiliyê xwe û keçikan nivîsiye, ji wan re bişîne wê çawa be?*



02.01.2022 02:05 | tîrêj zana 21

22. beşa dawî zêde xweş bû ez dibêm para lîstikvanên nû pir e.



06.02.2022 21:31 | ezcan

23. Lîstika wan a vê hefteyê silêmanê pêxwas gelek serkeftî bû *




14.04.2022 21:03 | kajav

24. li ser skeça wana a koma xwendinê ra ez skeçan nahebînim.
hetta tu bêjî serkeftî û baş e.





(bnr: serhed qereyazî)



14.07.2022 17:40 ~17:42 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Kazo- Lê Nazê

(stur: Hesen Şe...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Rowal Navgundî-Gundê Hember

(stur: ...
bayê xerbî [5]
Nivîskareke ev demeke dirêj dibînim li tirşikê dinivîse û geş dike. J...
payîzava [1]
Di aliyê rûberê de mezintirîn navçeya Wanê ye, lê gelheya wê zêde nîn ...
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1]
ker di simbêlên waliyê hewlêrê ne. me bi bayê bezê ji bîr kir çaxê ala...
belki ev jî bala te bikişînin
» hinek henek
» henek li aliyekê

Kategoriyên mijarê:: tvradyobername tiyatrolistik tiyatro tvradyobername tiyatrolistik tiyatro tvradyobername tiyatrolistik tiyatro kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî