Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
şovalyeyên tirşikê - tirşik
şovalyeyên tirşikê

Navê mijarê ya ewil ev bû:şovalyeyê tirşikê
(28) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. unvanek e û ji aliyê min ve tê belavkirin.* şovalyeyên tirşikê pezkoviyên xwe bi çargavî diajon li ezmana tirşik.netê ku tu yê bibêjî qey thor in.*

xelîl ji ber sebra xwe ya qelihandina kul û derdan ev unvan heq kir û bû yekem şovalyeyê tirşikê û navê wî yê fermî wiha ye: thorê ll-em, mîrê pezkoviyan, kujerê kulûderdan. bila loki qurbana te be.*



17.11.2020 21:09 ~21:32 | biruya hayao miyazaki

2. nizanim wê kengî biruya hayao miyazaki me li dore maseya girover kom bike wek qral arthur *



17.11.2020 21:41 | merwano

3. Xwezî sernivîs wekî Şovalyeyên tirşikê hatibûna nivîsandin. Ji ber ku li vir berendamên Şovalye jî hene. *



17.11.2020 21:46 | yûsiv

4. Hahahaha

Şovalyeyê tirşikê thorê ll-em, mîrê pezkoviyan, kujerê kulûderdan.

Ez ê heta hetayê vê unvanê bi şanazî pişt bikim û ji bo aqubet û qencbûna maseya girover, bi şertê jiyana xwe jî be, li ber xwe bidim û ji bo qelihandina kul û derdên bê derman ên tirşikê, bibim kujerê mayînde.*



17.11.2020 22:47 ~22:53 | xelîl

5. şovalyeyên nû pêşkêş dikim:

2. vê unvanê ji ber îstixbarata wî yê mezin didim yûsivî: 15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê/128226

mîna hermesê peyamnêr tevdaye û hemû agahiyên civînê yek bi yek li tirşikê nivîsandiye û baskên kumikên xwe li hev dane û bombeya xwe avêtiye meydana tirşikê.*

navê wî yê fermî ev e: hermesê ll-em, mîrê baskên pistepistî, teqînerê sirûnepenan. bila caduceusa te derd nebîne.*

3.
vê unvanê didim merwano. ji ber kurdî li bakur tenê bûye zimanê stranan/128258

li nisêbînî mîna kronosê eynat tevdaye û bi kê re bipeyive kurdî bi kar aniye. lê xelk berevajiya wî tirkî peyivîne. îja bi vê nivîsa xwe zemanên berî yên kurdî anî bîra xwîneran û zimanê kurdî ji aliyê kurdan ve çawa tê kuştin/xwarin, danî ber tirşikvanan. *

navê wî yê fermî ev e: kronosê ll-em, mîrê demên kevn, xeratê maseya girover (ew mase ji kîsê te ye bira) * bila hemû tartarosiyan qûrbana te bin.*

(bnr: panteona tirşikê)*



17.11.2020 22:55 ~23:14 | biruya hayao miyazaki

6. Unvana divê, wek rêber û rêzan, hayao jî ji xwe re yekê bijêre û bibe endamê maseya girover. Em ê, bi rêveberiya wî, bi hev re li ser çiyayê Araratê dîwana xwedayên kurd (li dij xwedayên yewnanan ên li çiyayê olympusê *) li dar bixin û bigrin govendê.*

Ji ber ku yê unvanan dide ew e, em nikarin tev lê bibin. * Bila navekî wisa bijêre ku zeus ji hesûdiyan xwe bavêje li ser sîng û berê herayê û poseidon jî Birûskan li ser gola wanê û çiyayê Sîpanê vebide.*



17.11.2020 23:31 ~2021.05.15 10:25 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şovalyeyên perestgehê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî