1. di 1947an de şivanekî bedewî hinin mîhên xwe winda dike li herêma kumranê a ku nêzî gola mirî ye û çemê urdunê jî dora wê diherike. nêzî şikeftek dibe û meraq dike gelo mîh têketine nav an na. kevirek daweşîne. ti dengên mihan jê nayê lê şûna ku kevir lê dibe, dengek derdixe wekî ku bi sanduqek keve. tê dikeve hundir û dibêne ku du heb kûz di hindur e. yek dişkênîne. ji nav çerm derdikevin. sê çar heban jê derdixin û di nav hevalên xwe par dike û yên xwe dibe malê bi xwesteka çêkirina pêlavan. çermên wî du salan li malê disekine û rojek apê wî dihese, bala xwe didê ser çermê. dişibîne nivîsan. dihere wan dibe kevnarevanek. mêrik jê distîne û dibe ber zaneyek. çîrokbi hevdana çerman deam dike lê em werin ser "çi"bûna wan. quran > sureyê kehf > qiseya eshabê kehf > "(ev) der barê ya nepenî (xeybê) de texmîn dikin" > wê demê kes û kûsên ku navên xortên razayî didin, mideta salê didin, navê herêm û çiyayê didin yên ku şikeft tê/lê ne hwd hemû, tevahî îsraîliyat in! û yên qal dikin dikevin gunehê! > "di derbarê wan de ji tu kesî (ji yên xwedankitêb) malûmatan nexwaze" > ayeta 25a: "ew di şikefta xwe de sê sed salî (razayî) man û neh salên din jî li vê hatine zêdekirin" > malûmatek derbarê taybetiya têgiha "qise"yê: qise hûrgiliyên bûyerê nade meqsed îbret û mînakdayîn e. > lê malûmata mideta xewê ne hûrgiliyek e? divê bi ya taybetiya qiseyê ev jî nebaya? Xweda ez dibim gunehkar! > lênerîna wergera tirkî. > bêtetmînkarî. > lênerîna tefsîra/wergera ihsan eliaçik: ew gotin ne ya xwedê bi xwe ye, ew wergirtin e heman piştî vê hevokê xwedê minaqeşeyên xelkê dide yên ku li ser cihê eshabê kehfê li hev nayên> !!opss! > gelo ihsan eliaçik hinekî fireh fikiriye, maneyeke din daye? > gûgilandina pîroz. peyvên kilîd ên lêgerînê: "turkçe keşşaf zemahşerî"! (heke rehmetiya xwediyê keşşaf jî wiha gotibe, ez ê jî wiha qebûl bikim) ya xweda ev çi hezîne ye! tirk asoxî hemû wergerandine û şeş cîlda wê jî li ser înternetê belav dikin! > hemû keşşaf û 51 pirtûkên din daxe kombersa xwe yên ku nîvên wan rêzepirtûk in. yekûn: 2gb > Cîlda çarem, bi sureyê kehfê dest pê dike ^_^ > û erê si rûpela 46ê: ev hevok, hevoka xelkê xwedankitêb in a ku bê delîlên rast û durist bi texmînî vê dibêjin û xwedê jî wekî reddiye di ayeta xwe de dibêje: "Bibêje: Xwedê teala bêhtir dizane ka ew çi qasî mane." > di dilê min de rehetî. him jî çi rehetî! ahahahah ya rast min amerîkayê dîsa kifş kir lê ne bo mirovahiyê lê bo xwe min gavekê mezin avêt. asdfgh> dîsa vegere ya ihsan eliaçik. ez aşiqê dîpnota me. dîpnot dibêje: eshabê kehf (xelkê şikeftê) ne du sê çar pênç kes in, heta ne heft heşt in jî... lê belkî xelkek e. erê xelkek! belkî jî essenî ne! > error! > zewqek ecêb> gûgilandin. > pê li bişkoka lêgerînê de. di sanîyekê de hezaran encam derdikeve lê ez: > ayet tê bîra min. mane: "texmînên bêfeyde neke!" "nekeve şopa hûrgiliyan!" "ya muhîm ew e: îman û kufr dijminên hev in!" >> ez li dîmenderê dinêrim. google keskesor e. hezaran encam li bin hevûdin ji min re dikenin. > xweparastina vekolînê: niha misilman jî dibêjin ew heft kes in! lê belkî jî ne wiha ye! > pê li girêdana ewil bike. > îngilîziya min xayintiyê li min dike. tufî li çavê şeytên. > dergipark.org.tr > essenî > agahiyên dilopî> lê hinin balkêş: lût golu yazmalari. > bixwîne lao bixwîne.> yekî din, yekî din û ê din> agahiyên peydekirinê, sêwirandina herêmê, taybetiyên çerman, mijarên naveroka destnivîsaran> hevokokek: 25ên din bi zimanekî din ê nayê zanîn hatine nivîsîn. > dawiya lîstika jules vernî "xwezî ew kurdî bana". lê qedera xweziya min: bye bye lenin. > lê min "seven samurai" temaşe kir û ji wê rojê vir ve dibêjim ka çi binivîsînim, qala çi binivîsînim.* [min ê ji bo wîkîpediyayê li ser vê mijarê gotarek binivîsandaya lê ji min nehat :/ balo bila li vir bimîne belkî îlhamê bide keseke din.] |
|
22.11.2020 01:24 ~01:48 |
biruya hayao miyazaki
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |